Ji ber êrişên dewleta Tirk ên li dijî Kobanê û Girê Spî, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Pêngava Bagera Cizîrê rawestandibû. Beriya bi çend rojan, Pêngava Bagera Cizîrê ji nû ve dest pê kir. QSD´ê derheqa qewimînên çend rojên dawî yên pêngavê de daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku derbên giran li çeteyan hatine xistin û hêzên koalîsyonê jî operasyon li çeteyan kiriye.

Daxuyaniya QSD’ê bi vî rengî ye: “Li eniya Hecînê, hêzên me li dijî gelek nuqteyên terorîstên DAIŞ‘ê çalakî kir û di navbera şervanên me û terorîstan de şer qewimî. Di şer de bi dehan terorîst hatin kuştin û gelek jî birîndar bûn. Hêzên me her wiha dest danîn ser gelek cebilxaneyên terorîstan. Bi dehan mayinên ji aliyê terorîstên DAIŞ‘ê ve hatibûn bicikirin ji aliyê çeteyên me ve hatin bêtesîrkirin. Gelek tunelên çeteyan hatin îmhakirin.

Balafirên şer ên hêzên koalîsyona navneteweyî li dijî gelek nuqteyên terorîstan operasyon kir û di van operasyonan de gelek terorîst hatin kuştin. Çend ji baregehên ku terorîstan xwe lê vedişart, hatin îmhakirin. Li herêmê şer hîna dewam dike.”

Bilançoya çend rojên dawî

QSD’ê li ser bîlançoyê jî ev agahî dan: “2 tunelên terorîstan, 3 cihên ku mayin lê dihatin çêkirin, 15 baregeh, 4 depoyên cebilxaneyê, 2 baregehên ku terorîstên biyanî lê bûn, baregeheke êrişê ya terorîstan, navendeke ku serçete lê bûn û fuzeyeke terorîstan hatin îmhakirin.

Balafirên şer ên koalîsyona navneteweyî 38 caran bomberdûman kir. Gelek çek û cebilxane hatin desteserkirin.”

 

DÊRA ZOR