Dîsa bi dengê zarokan şên dibe
Dibistaneke li bajarê çeteyan ku berê DAIŞ´ê ew wekî zindan xebitandiye, deriyên xwe dîsa li zarokan vekir. Li vê dibistanê îsal wê hezar xwendekar perwerde bibin.
Di ser rizgarkirina Minbicê re ya ji taritiya DAIŞ´ê du sal derbas bûne. Hin avahiyên ku di dema DAIŞ´ê de bi armancên xerab hatine bikaranîn, Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a bajêr hewl dide wan dîsa têxe xizmeta gel. Yek ji wan avahiyan jî dibistana Mihemed Zêdan Hinêdel e. DAIŞ`ê berê ev dibistan wek girtîgeh bi kar dianî. Pirraniya girtiyên li vê dibistanê jin bûn û yan bi girtinê yan bi recmê dihatin dadgehkirin.
Qederê 1000 xwendakarî
Dibistan di sala perwerdeyê ya yekê ya piştî rizgarkirinê de, nêzî 300 xwendekar pêşwazî kiribûn. Di sala duyemîn de qederê 360 xwendekar pêşwazî kirin. Lê îsal di roja yekemîn a sala perwerdeyê ya 2018/2019`an de dibistana Mihemed Zêdan Hinêdel a amadehiyê di navbera 800-1000 xwendekarî de pêşwazî kirin.