Fîlmê bi navê ‘Mad Max: Fury Road’ di qadên; kostîmên herî baş, sêwirandina herî baş, makyaja herî baş, hûnandina herî baş, hûnandina dengê herî baş û mîksaja dengê herî baş de 6 xelatên Oscarê wergirtin.

Leonardo DiCaprio bi fîlmê The Revenant xelata lîstikvanê herî baş wergirt. Alejandro Gonzalez Inarritu jî bi fîlmê “Vejîn”ê xelata derhênerê herî baş wergirt. Brie Larson bi fîlmê Room bû xwediyê xelata lîstikvana jin a herî baş.

Merasîm ji aliyê komedyen Chris Rock ve hat pêşkêşkirin. Rock di destpêkê de got, “Ez van xelatan dikim diyariya reşikên ku ji alî polîsan ve hat kuştin.” Rock her wiha got, “Heke pêşkêşvan jî bibûna bernamzetê van xelatan min nedikarî vî karî jî bikim.”

 

Xelata çermspiyan!

Ji ber ku hemû bernamzetên Oscarê çermspî bûn rexneyên tûnd hatibûn kirin. Her wiha gelek navdarên ku baweriya xwe bi vê rexneyê anîn jî destnîşan kiribûn kê dê beşdarî merasîmê nebin.

Xwediyên xelatên Oscara 88.

 

Senaryoya resen a herî baş: Spotlight

Senaryoya guncandinê ya herî baş: The Big Short

Lîstikvana jina alîkar a herî baş: Alicia Vikander

Qostîmê herî baş: Mad Max: Fury Road (Margaret Sixel)

Sêwirandina herî baş: Mad Max: Fury Road

Sêwirandina por û makyaja herî baş: Mad Max: Fury Road

Derhênerê dîmenên herî baş: Emmanuel Lubezki (The Revenant /Diriliş)

Hûnandeya herî baş: Mad Max: Fury Road (Margaret Sixel)

Hûnandeya deng ya herî baş: Mad Max: Fury Road

Makyaja deng ya herî baş: Mad Max: Fury Road

Efekta xuyangiya herî baş: Ex Machina

Anîmasyona kurt a herî baş: Bear Story

Fîlmê anîmasyonê yê herî baş: Inside Out

Lîstikvanê mêrê alîkar ê herî baş: Mark Rylance / Bridge of Spies

Belgefîlmê kurt yê herî baş: A Girl in the River

Belgefîlmê herî baş: Amy

Fîlmê kurt ê herî baş: Stutterer

Fîlmê biyanî ê herî baş: Son of Saul

Muzîka fîlm ê herî baş: Ennio Morricone (The Hateful Eight)

Strana resen a herî baş: Spectre / Writing’s on the Wall (Jimmy Napes, Sam Smith)

Derhênerê herî baş: Alejandro Gonzalez Inarritu (The Revenant)

Lîstikvana jin a herî baş: Brie Larson – Room

Lîstikvanê mêr ê herî baş: Leonardo DiCaprio

Fîlmê herî baş: Spotlight


 NAVENDA NÛÇEYAN