Çavdêrê Mafê Mirovan a Sûriyê (SOHR) diyar kir ku bombekirin li Babê û başûrê wê Tedefê pêk hatiye û di encama bombekirina balafirên şer ên Tirk û topên obusan de yek jê zarok bi kêmanî 10 kes mirine. Di nav çarçoweya plana dagirkirina Rojava a artêşa Tirk de ku meha Tebaxê dest pê kiribû, ji meha Mijdarê ve li Babê û derdora wê bi kêmanî 300 kes hatine kuştin.
NAVENDA NÛÇEYAN