DYE´yê dîsa dest bi zextên li ser Îranê dike. Yekîtiya Ewrûpayê jî nerazîbûn nîşan da û diyar kir ku ew ê li gorî peymana nukleerê tevbigerin.
Wezîrê Karê Derve yê DYE’yê Mike Pompeo diyar kir ku li ser daxwaza Serokê DYE’yê Donald Trump, Qesra Spî doh dest bi zextan kir.
Trump di Gulanê de biryar dabû ku xwe ji peymana nukleer a di Tîrmeha 2015’an de ya li Viyanayê vekişîne. Peymana nukleer di navbera DYE, Rûsya, Çîn, Fransa, Ingilîstan, Elmanya û Îranê hatibû îmzekirin. Zexta pêşî ya li ser doh dest pê kir.
Nûnera Polîtîkayên Derve ya Yekîtiya Ewrûpayê, Federica Mogherini tevî Wezîrên Karên Derve yên Elmanya, Fransa û Ingilîstanê daxuyaniyeke hevpar da û diyar kir ku destpêkirina zextan wan dixe nav fikaran.
Welatên Yekîtiya Ewrûpayê diyar kir ku ew amade ne aktorên ekonomîk biparêzin ên ku têkiliyên bazirganiyê yên meşrû bi Îranê re danîne.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku qanûna antî-boykot a Yekîtiya Ewrûpayê ji bo parastina şirketên Yekîtiya Ewrûpayê yên ku bi Îranê re bazirganiyê dikin, wê di 7’ê Tebaxê de têkeve meriyetê.
WASHINGTON