Rojnameya Kurdan Ozgur Gundemê jî biryara gel û daxwaza gel a azadiya Ocalan derxist pêş.
Li gel qedexe û astengiyan li Amedê nêzî milyonek Amedê bendên polîsan kişandin û piştî çembera qada Newrozê şikandin bûn lehî û herikîn qada Newrozê. Li gel hemû qedexeyan bi 100 hezaran amediyên herikîn qada Newrozê, bi awayekî heybet li qada Newrozê Newroz pîroz kirin. Lê rojnameyên Tirk li gorî fermana Wezîrê Karên Hundir tev geriya û daxwaz û biryara gel a pîrozbahiya Newrozê nedît û daxazên gel sansur kir.
Rojnameya Huriyetê bi manşeta "Agire Nifrînê" derket û tenê aliyê çalakiyan derxist. Pêş. Astengiyên polîsan ên li pêş girsê nedît û tenê şewitanina 10 îstasyonên bazê yên telefonan dit. Her wiha dîsa Newroz wekî Nevrûz nivîsandin.
Rojnameya Heber Turk'ê jî bi manşeta "Li Cejnê binerin!" derket. Haber Turkê qedexe û astengiyên li pêş pîrozbahiyê nedît û tenê molotof dît. Haber Turk'ê diyar kir ku Newoz li Amed û Stenbolê bi molotofan hate pîrozkirin.
Rojnameya Akşamê bi surmanşeta "Hilweşandin Şewitandin" derket. Akşamê anî ziman ku li Stenbol û Amedê her der li hava hev xistin, hilweşandin û şewitandin. Akşemê da zanîn ku pêşandanê ku li gel BDP'ê derketin qadan bi polîsan re pevçinîn.
Rojnameya Evrselê jî berxwedana girsê derxist pêş û bi manşeta "Newroz li dijî zulmê têk neçû" derket.
Rojnameya Radîkalê jî bi manşeta "Înat bû sedema mirinê" derket. Radikalê anî ziman ku li gel qedexeya walîtiyan dîsa li Stenbol û Amed pîrozbahî hatin kirin û ji ber înatê li Stenbolê mirovek hate kuştin. Radîkalê, da zanîn ku li Stenbolê ji li gel qedexe û astengiyan bi 100 hezaran kes derketin qadan.
Rojnameya Sabahê jî bi surmanşeta "Ev çawa newroz e? derke. Sabahê jî tenê aliyê pevçunê derxist pêş û anî ziman ku li Amedê 10 îstasyonên bazê yên telefonan şewitandin.
Rojnameya Mîlliyetê jî bi surmanşeta "Pevçûna Newroza zû" derket. Rojnameya Mîlliyetê jî tenê cih da pevçûn û aloziyan û raperîn û berxwedana gel nedît. Rojnameya Mîlliyetê qet behsa 100 hezaran girseya li Amedê derket qada Newrozê û Newroz pîroz kir nekir.
Rojnameya Tarafê jî pîrozbahiya Newrozê nedît û tenê bi sernavê "Facîaya Gaza Newrozê" derket.
Rojnameya Zamane jî bi surmanşeta "Newrozê îsal di bin siya provakasyonan de dest pê kir" derket. Rojnameya Zamanê qedexe û astengiyên li pêş pîrozbahiyê nedît û biryara gel a li hemberî qedexeyan wekî provakasyonan dît.
Rojnameya Ozgur Gundemê jî bi manşeta "Newrozê bê minet kir" derket û têkoşîn û israra 100 hezaran Amediyên bendnên polîsan şikandin û derketin qada Newrozê derxist pêş. Ozgur Gundemê diyar kir ku 100 hezaran kesan li astengiyên polîs û dewletê guhdar nekir û li azadî û xweseriya xwe xwedî derket.