Li navçeya Merîç a Edîrneyê, wesayiteke koçber tê de bûn qeza kir. Di bûyerê de 10 kesan jiyana xwe ji dest da, bi dehan kes jî birîndar bûn.

Li gorî agahiyan, qeza li kolana Artezyen a navçeya Merîçê rû da. Hate ragihandin ku şifêr nekariye wesayitê kontrol bike û wesayit jî li dîwar qelibiye.

Navçeya Merîçê li qiraxa çemê Merîçê ye. Merîç sînorekî xwezayî yê navbera Tirkiye û Yewnanîstanê ye. Koçber bi salane hewl didin ji çemê Merîçê derbasî Ewropayê bibin.

HDP: Hatin kuştin!

Berdevka Komîsyona Penaber û Koçberan a HDP’ê Gulsum Agaoglû der barê bûyera li Edîrneyê de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin, “Drama mirovahiyê ye. Bi kêmanî deh koçberên dixwestin xwe bigihînin Yewnanîstanê jiyana xwe ji dest dan. Ev qeza nîne, kuştin e. Ev encama nêzîkatiya dewleta Tirk a li koçber û penaberan e. Hikumet li dijî rêxistinên qaçaxçitiya mirovan dikin tedbîran wernagire, lewma hikumet berpirsyarê kuştina penaberan e.”

 

NAVENDA NÛÇEYAN