Kurdên ku welatê wan bi darê zorê hatiye parçekirin, têlên sînor di nava gundên wan re hatine kişandin, her tim di bin hedefa êrîşên rejîmên Îran û Tirk. Ji ber polîtîkayên “taybet” ên li hemberî Kurdan û bi taybet jî bi hinceta “ewlehiyê” hema bêje her hefte agahiyên mirinan ji van sînoran tên. Mînaka wê ya tu carî ji bîra me nake, Roboskî ye. Kurdên li ser sînoran ji ber pirsgirêkên aborî û bêkariyê, neçar dimînin bazirganiya li ser sînoran bikin, lê di her carekê de dibin hedefa êrîşan.
Herî dawî, di 17’ê Hezîranê de kesê binavê Erselen Muhemedî yê ji bajarê Bokana Rojhilatê Kurdistanê bi hinceta li nêzî bajarê Rebetê li rastî êrîşa leşkerên rejîma Îranê hat û di encamê de jiyana xwe ji dest da.
Li gorî çavkaniyên herêmî, di 13’ê Hezîranê de jî, kesê bi navê Ebas Reşîdî yê ji gundê Serdaw ê bajarê Banê yê Rojhilatê Kurdistanê li nêzî sînorê Herêma Kurdistanê ji alyê leşkerên rejîma Îranê ve bi giranî hat birîndarkirin.
Herî dawî leşkerên Tirk di 7’ê Hezîranê de gulle li koma ku dixwest ji Herêma Kurdistanê derbasî gundê Nîrdoşê yê Şemizînan bibin reşandin. Di êrîşê de Feredîn Îsamedarî yê ji Rojhilatê Kurdistanê birîndar bû. Piştre rakirin Nexweşxaneya Lêkolînê ya Wanê. Hat zanîn ku Îsamedarî li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest daye. Malbatê cenazeyê ji malbatê girtin û xwetin bibin Rojhilatê Kurdistanê, leşkerên Îranê dest danîn ser cenaze û nehiştin bibin. 

ANF/SERDEŞT