Em rojê sed caran biaxivin jî kêr nayê, ji ber ku pirsgirêka sînema ya Kurd ewqasî mezin, ewqasî pirr û zêdene ku, ewqasî bi hin beşan ve ji nav hev û bi hev re pêçandî ne ku, tenê bi nivîsekî, bi qonferansek an jî tenê bi xebatekî ve nayên çareserkirin, çareserkirin ji alîkî, tevahî êşa sînemayê nayên fêhmkirin jî...
Ji her tiştî wêde, sînema ya Kurd, ên ku em aniha qala wê dikin, sînema ya berxwedaniyê ye, ji nav berxwedaniyê derketiyê, di şert û mercên berxwedanî de hevîrê xwe girtiye û ji Yilmaz Guney bigirin heya Halîl Dag, bi hewldaneke taybet ve derketiyê holê û hatiye heya îro.
Vaye çend meha borî, du heba wan nawneteweyî, gelek mihrîcan û rojên filîman hate çêkirin, xêynî wê jî, di hin xebatên wisa de panelên girîng hate dayîn û hin sînemager, nîqaşên gelek balkêş anîn ziman, hê jî bandora wan nîqaşan didome. Li Amed'ê sînema tiştekî din e, Amediyan ji sînema ya Kurd tiştekî din fêhm dikin, li Stenbol cûda û li Ewropa tiştekî cûda heye. Hele em herin Duhok, Mehebad an jî Silêmanî, emê bi çavên xwe bibînin ku, nêzikatî ya her der ji hev bi ezmanan dur in.
Dem kêr nehat û min nenivîsand, lê li yekemîn fîlm festîval a Amed ya nawnetevî, me panelek çêkirî bû. Di wê panelê de çar derhêner axivî bûn. Yek ji Awropa, yek ji Stenbol, yeka wan Amed û Stenbol bi hevre xebat dikir hebû, yeka wan jî ji Başûr hatibû. Li wê derê jî zelal bû ku, nêzîkatî, yanî nêzîkatî ya hunerê, nêzîkatî ya sînema ya Kurd, gorî rewşê, gorî şert û mercên sînemageran diguhere. Yên ku ji Awropa tên, her çiqasî li ser sînema ya Kurd xebat bikin jî, wek Awropayî yan difikirin û pirsgirêka çêkertiyê ji bo wan pirsgirêka herî sereke ye. Yên ku li Stenbol dijîn û li wir karên sînemayê dikin jî, zêde zêde rola organîzosyonê li ber çavên xwe mezin dikin û hebûna sînema ya Kurd jî bi vî şertê ve girêdayî bi nav dikin. Li gorî wan sînema ya Kurd hê bi pêçekê xwe ve pêçand û di dergûşa xwe de ye.
Li Başûr jî sînema ya Kurd, birastî jî di nav rewşeke gelek gelek cûda de ye. Li Başûr derfetên aboriyê gelek in, îmkanên perwerde, îmkanên nasîna sînema ya dinyayê hene, lê bi derfetên mezin ve ewqas filîmên behna wan teng têne çêkirin ku, însan dixwaze serê xwe lêde dîwaran.
Ji van hemû nêzîkatiyên cûda wêdetir, li Amed'ê jî xebateke nû destpê kiriye. Bi hewldana Akademî ya Cîgerxwîn û bi vebûna Akademî ya Rojhilata Navîn ya sînemayê, li Amedê, ji bo ku ruhiyeta huner a berxwedaniyê were şiyar kirin, xebateke pîroz tê te çêkirin. Baweriya min ew e ku, bi van xebatan, îmkanên cûda cûda bi nêzîkî hev bin, fikr û ferasetên cûda bi hev re nîqaş bikin, zimanên cûda ya sînemayê bi hev re biaxivin, babetên cûda xwe bidin temaşekirin, û bi vî rengî karên çêkertiyê jî, karên belavkirin û organîzebûnê jî wê were çareserkirin.
Lê bi çi rengî dibe bila bibe, pêdivî ya herî acîl, qonferanseke neteweyî ye. Divê li Başûr, Bakûr, Rojava, Rojhilat û xêncî van jî wek dîaspora li Awropa, ji her deran bi tevlêbûneke xurt, qonferanseke wisa were çêkirin. Ji ber kû di nav civaka Kurdistaniyan de potansiyeleke mezin der tê, û her cewher bi serê xwe diçe an jî di nav karên beredayî de xwe wenda dike. Wek dibêjin sînema Xwedê ya sedsalê ye, divê em va îmkana bêhempa xerc nekin.
Dîsa sînemaya Kurd