Li herêma Taşkisigi ya Sakaryayê kamyoneke fîşekên hewayî vediguhest teqiya. Rayedarên dewleta Tirk ragihandin ku di teqînê de 3 esker mirine û 5 jî birîndar bûne. Kamyona teqiyayî resmê wê jî xuya dike. Eger kesên birîndar ên qala wan tê kirin ku bi rastî di erebeyê de bûn an jî li nêzî wê bûn, rizgarbûna wan mumkin xuya nake. Ev yek jî teqînê bi guman dike. Muxtarê gund ji çapemeniyê re got, eskeran ji wan re gotiye wê teqîneke bi kontrol bikin. Lewma guman heye ku dewleta Tirk eskerên xwe yên di şer de hatin kuştin û nikare eşkere bike, li cihê teqînê danîbe. Li herêma teqîn pêk hatiye gelek kanên xîzê, qijleyên leşkeriyê û şantiyeya rêya bejahiyê ya Marmaraya Bakur hene. Çend roj berê di fabrîkaya fişekên hewayî ya li navçeya Hendeka Sakaryayê de teqînek mezin rû dabû û 7 kes miribûn û ji 100 kesî zêdetir jî birîndar bûbûn. Înîsiyatîfa Zarokên Agir berpirsiyariya teqînê girtibû ser xwe.  SAKARYA