Dîsa Welat û dîsa azad


Rojnameya Kurdî Welat piştî ku rojnameya Rojeva Welat bi destê zalimên Enqerê ên dagirker hat qedexekirin, şemiya bihurî dest bi weşanê kir. Hejmara pêşî ya rojnameyê bi manşêta, ‘NAŞIKE û NAKEVE’ derket. Bi vê jî îşaret bi wê yekê kir ku çapemeniya ziman Kurdî û azad wê ti carî serî li ber zaliman netewîne.
Di nav saziyên çapemeniyê de yên ku ji hêla AKP-MHP’ê ve hatine girtin tekane rojnameya bi Kurdî Rojeva Medya jî hebû. Piştî ku Rojeva Medya hate girtin rojnameya Kurdî ev valahî di nav çend saetan de dagirt.
Li Amedê komeke rojnamevanan hatin cem hev û rojnameya Welat derxistin. Manşêta pêşî ya rojnameyê wiha bû: ’NAŞIKE û NAKEVE’. Doh jî rojname bi manşeta "Dijminê heqîqetê ne" derçû. Welat wê weke Rojeva Medya rojane derkeve û bi Kurdî (KUrmancî û Kirmanckî) rastiyê bigihîne xwînerên xwe.
AMED
