Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî diyar kir ku ew ne li gel zimanê gef û aloziyan in û got; “Em li gel zimanê diyalog û guftûgoyê ne. Hêvîdar im Bexda jî bi heman rengî xwe bide pêş.” Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî jî ragihand ku ew ê li dijî gelê xwe artêşê bi kar neyîne û şer bi Kurdan re neke.

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî di serdana xwe ya li ser gora Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê (YNK) û Serokkomarê Iraqê Celal Talebanî ku 3’yê Cotmehê koça dawî kirîbû, daxuyanî da.

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî der barê hatina hêzên eskerî yên Iraqê yên li ser sînorê Herêma Kurdistanê got; “Tişta doh rû da wê aram bibe. Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi rengekî maqûl bersiva gefê da.”

 

‘Em li gel zimanê guftûgo û diyalogê ne’

Sefîn Dizeyî têkildarî gefên Iraqê yên li ser Herêma Kurdistanê jî wiha axivî: “Ev yek aliyekî ewlehiyê ye. Ji nêzîk ve çavdêriya wê tê kirin. Niha nikarim tiştekî li ser bibêjim. Lê em ne li gel gef û aloziyan in. Em li gel zimanê guftûgo û diyalogê ne. Hêvîdar im ku Bexda jî bi heman rengî xwe bide pêş û di navbera me de guftûgo hebin.”

Dizeyî diyar kir ku konsolosxaneyên welatên cîhanê yên li Iraqê û Herêma Kurdistanê, ji nêzîk ve rewşê dişopînin.

Dizeyî têkildarî serdana Serokwezîrê Tirk Bînalî Yildirim a ku biryar e 15’ê Cotmehê bê Bexda jî got; “Du welatên cîran in, pêwendiyên wan ên aborî û dîplomatîk li gel hev hene. Hêvîdar im ku ti tiştekî ne di berjewendiyên gelê Iraq û Herêma Kurdistanê de nekin.”

 

Em ê bi Kurdan re şer nekin

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ragihand ku ew ê li dijî gelê xwe artêşê bi kar neyîne got: “Lê, parastina yekparçebûna xaka Iraqê, destûr û serweriya welat, em weke erka xwe dibînin.”

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî diyar kir ku niyeta wan nîne li dijî ti pêkhateyên Iraqê hêza leşkerî bi kar bîne û got; “Niyeta me nîne em ne li dijî Kurdan û ne jî derveyî Kurdan, hêzê bi kar binîn. Em ê hêza xwe li dijî gelê xwe bi kar neyînin.”

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî behsa serketinên artêşa Iraqê yên li parêzgeha Enbarê kir û got; “Pêwîst e em rêzê ji serketinên artêşa Iraqê yên li Enbarê re bigirin û pêwîst e, koçber vegerin Enbarê.”

Doh Encûmena  Asayîşa  Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand ku ji Iraqê peymanên gefxwarinê ji wan re tên û artêşa Iraqê û Haşdî Şebî ji bo êrîşkirina eniyên bakurê Mûsilê û Kerkûkê xwe kom dikin. Lê fermandarên pêşmergeyan ên li Kerkûkê ev daxuyanî derewandin û diyar kirin ku tiştekî wiha nîne. 


NAVENDA NÛÇEYAN