Lîstika şanoyê “Dîsko 5 NO’lu” a yek perdeyî û 60 deqîqeyan dirêj a şanoger Mîrza Metîn, li ser girtîgeha Amedê ya serdema Derbeya 1980’yî ye. Lîstik niha careke din tê pêşkêşkirin.
Dîsko 5 NO’lu 8 serdemên dikê li pey xwe hiştin, lê hîna jî balê dikişîne. Mîrza Metîn metnê lîstikê jî nivîsiye. Metîn di dema nivîsandina lîstikê de ji bibîranîn, lêkolîn, belgefilm û xebatên din ên li ser Girtîgeha Amedê, sûd wergirtiye û metra xwe saz kiriye. Lîstika ku Mîrza Metîn lîstikvaniya wê jî kiriye, Berfîn Zenderlîoglu wekî derhêner lîstik bi rê ve biriye. Lîstik bi rejî, lîstikvanî, dekor û ronahiya xwe bandorê li temaşevanan kiriye. Lîstika ku ev 8 serdem in her li ser dikê ye, di vê serdema nû ya şanoyê de jî careke din tê lîstin. Lîstika ku doh êvarê li Şanogeha TOY Îstanbul hat lîstin, sibe jî wê li bajarê Tirkiyeyê Îzmîrê, li Toy Îzmîrê derdikeve pêşberî temaşevanan.
Sazkarê lîstikê Şermola Performans e. Dîzayna dikê karê Metîn Çelik e û dîzayna ronahiyê jî encama hunerê Alev Topal. Weke muzîk Wêneyên Xewnan ku Nizamettin Ariç li hev aniye, hatiye bikaranîn. Pia Ronicke û Zeynel Abidin Kizilyaprak vîdeo amade kirine. Nazê Yerlikaya jornivîsa Tirkî çêkiriye û efekt jî karê Alan Ciwan, Adar Baran Deger in. Fotograf jî Nazim Serhat Firat girtine.
NAVENDA NÛÇEYAN