Dîskoya floresan û mejiyê mişkî
Resmekî wê heywana bi navê “hirçikaheştling” xelata navneteweyî ya wêne wergirt. Lê ev resma hanê jî heywana resmê wê hatiye girtin jî ne welê ji wanên her roj in. Hirçikaheştling navê heywanekê ye ku em bi mîkroskopê dikarin bibînin. Bi qasî ku em dizanin di nava heywanên li dinyayê de ev heywana hanê ya herî xwegirtî ye. Dikare bi salan bêav xwe biqerisîne û gava av peyda kir ji nû ve li heyatê vegere. Wekî din ew li fezayê jî di serma mutleq û bê hewa jî sax dimîne, heta ku xwe bigihîne avê. Ew li deryayê di nava kevzê de bi pirranî dimîne.
Axir ev resmê wê yê floresan Tagide deCarvalho girtiye; ew zanyara ciwan doçenta biyolojiyê ye li Zanîngeha Wilayeta Maryland, Baltimorê ya li Ingilîstanê. Tagide deCarvalho, rêvebera mekanê Keith Porter ê Wênegirtinê (KPIF) ye jî. Di vî resmî de ku em dibînin, zikê hirçikaheştling tijî ye û têr xwariye. Û bi rengekî ji rengan weke ku li partiyeke dîscoyê be xuya dike. Ha vî resmê hanê xelata Resmê Salê yê Olympus Imagê ji bo parzemîna Emerîka wergirt.
Hersal di vê pêşbirkê de xelatê her wiha didin "resma herî baş a zanistê li seranserê dinyayê” jî da ku tesîra dîtbarî û bedewiya hunerî bîne cem hev. Îsal resmeke mîcroskopîk a çalakiyên mejiyê mişkekî hêjayî vê xelatê hat dîtin. Xwendekareke doktorayê di beşa biyotib û biyolojiya molekular li Navenda Baskê ji bo Biyofizîkê (li Welatê Baskê) Ainara Pintor ev resm girtiye. Ev resm ji beşa hîpokampûs a mejiyê mişkî hatiye girtin. Di resm de noyron kes, sîsika şaneyan şîn, proteîn jî sor û soringî ne. NAVENDA NÛÇEYAN