Kevne şaredarê Kolnê Fritz Schramma, bi salan ji bo avakirina mizgefta navendî ya DÎTÎB´ê ya li Kolnê xebitî, ji rojnameya FAZ a Elman re peyivî û rexne li DÎTÎB´ê girtin. Schramma yê ku ji CDU´yê ji 2000´î heta 2009´an şaredarê bajêr bû, rexne bi Erdogan vekirina mizgeftê girtin û got, "Ya bi dilê me ew bû ku şahiyeke gel tevî beşdariya xelkê bajêr çêbûba weke roja deriyê vekirî. Jixwe, timî jî behsa vê hat kirin."
Schrammayê ku fermî ji bo vekirina mizgeftê nehat vexwendin ji bo poşmaniya dewra xwe di çêkirina Mizgeftê de jî got, "DÎTÎB divê bê bicihkirin li devereke di navbera profesyonelnebûnê û dilxirabiyê de. Ez nizanim gelo ew nikarin yan naxwazin, belkî jî herdu bi hev re ne. hin kes dibêjin, bêyî navbeynkariya min wê mizgeft çênebûna, ya rastî ev yek welê bi temamî şaş jî nîne."
Fritz Schramma wekî din rêveberiya DÎTÎB´ê û helwêsta wê jî weke "mutleq bêedeb" bi nav kir.
KOLN