Qedexeya PKK'ê ku li Almanyayê di sala 26'ê Mijdara 1993'an de bi giştînameyeke taybet a Wezîrê Karên Hundir ê hingî Manfred Kanther ket meriyetê, 20 sal li dû xwe hişt. Ji bo rakirina vê qedexeya ku bû sedema girtina bi dehan saziyên Kurdan, girtin û cezakirina bi sedan aktîvîst û siyasetmedarên Kurd, gelek rêxistinên civakî yên sivîl û parêzvanên mafên mirovan ên Elman bang kirin ku di 16'ê Mijdarê roja Şemiyê de li paytext Berlînê meş were lidarxistin.

Meş ji aliyê Însiyatîfa "Tatort Kurdistan" a ji komek aktîvîstên Elman ên dixwazin balê bikşînin ser şerê li Kurdistanê û rola Almanyayê ya di vî şerî de tê organîzekirin û dê saet di 11.00 de li meydana Alexanderplatzê destpê bike. Li dû meşê wê li meydana Brandenbûrg Tor a li nêzî Meclîsa Federal mîtîngek were lidarxistin.
Yek ji bangdarê meşê Koordînatorê Însiyatîfa Dialog-Kreis Prof. Dr. Andreas Buro ji ANF'ê re axivî û bangên girîng li hikûmeta Berlînê kir. Prof. Buro ragihand ku ew piştgiriyeke tam dide pêvajoya aştî û çareseriyê ya li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê, lê belê ev pêvajo hatiye radeya xetimînê û got, "Ji bo rêveçûna pêvajoyê, di serî de Almanya bar dikeve ser milê welatên Yekitiya Ewropayê."

‘Almanya dikare di çareseriyê de rolê bileyize'

Prof. Dr. Buro bibîr xist ku li aliyekî hikûmeta Tirk PKK'ê weke mûxatab digere lê li aliyê din Yekitiya Ewropa tevgera Kurd weke "terorîst" û Almanya jî weke "rêxistina qedexekirî" dibîne û got, "Di demeke ku Birêz Ocalan û gerîlayên Kurd ji bo çareseriyê mûxatab tê girtin de divê Almanya û Yekitiya Ewropa dest ji biryarên xwe yên li dijî PKK'ê berdin."
Zanyarê Elman da xuyakirin ku ev qedexe neheqiyeke mezin li Kurdan e û axaftina xwe wiha dewam kir: "Tevgera Kurd gelek caran nîşan da ku ew alîgirê çareseriya aştiyane û siyasî ye û hînê jî vê daxwaza xwe nîşan dide. Li gel vê rastiyê jî îlankirina PKK'ê weke rêxistineke terorîst, nayê fêmkirin. Li pêş Almanyayê firsendek heye ku şaşiya xwe ya beriya 20 salan kiribû, sererast bike."
Prof. Dr. Buro ragihand ku Almanyayê di şerê li hemberî Kurdan de piştgirî daye hikûmeta Tirk û bi Enqereyê re operasyonên hevpar kiriye û ev bang li hikûmeta Berlînê kir: "Divê beriya her tiştî sedemên şer û dijwariya li Kurdistanê bên dîtin. Li hemberî Kurdan bi rêk û pêk polîtîkaya asîmîlasyonê hat meşandin. Dewletek xwedî hêz a mîna Almanya, dikare di çareseriya vê pirsgirêkê de roleke girîng bileyze."

Parêzvanê mafê mirovan Andreas Buro

Prof. Dr. Andreas Buro yê 85 salî, yek ji parêzvanên mafên mirovan û aştiyê ye, ku ne tenê li Almanya li Ewropayê xwedî bandor e. Prof. Dr. Buro ku di sala 1960 de bi têkoşîna xwe ya li dijî çekên nukleerî hat naskirin, yek ji damezrînerên Komîteya Demokrasî û Mafên Bingehîn ên ji sala 1980 û vir ve kar dike, ye. Prof. Dr. Buro demeke dirêj berdevkiya komîteyê kir û di 80 saliya xwe de, di sala 2008'an de Xelata Aştiyê ya Aachen ku yek ji xelat herî girîng a Almanyayê ye, jê re hat dayîn. Di Adara bihurî de jî Xelata Aştiyê ya Gottîngenê jê re hat dayîn.
Ji bilî Prof. Dr. Buro hin nav, sazî û parêzvanên mafên mirovan ên destekê didin meşa "Bila Qedexeya PKK'ê were rakirin" a li Berlînê ev in: Komîteya Edalet û Demnokrasiyê, Diyalog Kreis, Tevna Xebatê ya Aştiyê, IPPNW, DFG-VK, Lîga Mafên Mirovan a Navneteweyî, Avrupa Yekitiya Huqûqnasan ji bo Mafên Mirovan û Demokrasiyê (EJDM), Yekitiya Huqûqnasên Demokratîk ên Elman, Konseya Aştiyê ya Federal, MAF--DAD, Prof.Dr. Mohssen Massarrat, Prof.Dr. Ulrich Gottstein, Dr.Gisela Penteker, Prof. Andreas Buro, Prof.Norman Paech, Clemens Ronnefeld, Dogan Akhanli.



PERWER YAŞ/ANF/BERLÎN