Endamê Komîteya Saziyên Civakî yên Sivîl a Parlamenta Başûrê Kurdistanê parlamenterê YNK’ê Salar Mahmûd, krîza li Başûrê Kurdistanê nirxand û destnîşan kir ku pêwîstî hîn bêhtir bi diyalogê heye. Her wiha Mahmûd anî ziman ku divê berjewendiyên neteweyî berî berjewendiyên partiyan be.
Mahmûd da zanîn ku girîng e krîza li Başûrê Kurdistanê bi rêyên qanûnî were çareserkirin û got, “Krîzên siyasî, aborî û leşkerî hene. Lê ya herî girîng jî krîzeke hiqûqî heye. Dema wezîfeyê ya Serokatiya Herêma Kurdistanê, bi xala 12. a biryarnameya pêwendîdar re hatiye sererastkirin. Li binê vê qanûn û biryarnameyê îmzeya Birêz Barzanî bi xwe heye. Li gorî vê xalê, dema wezîfeyê ya Serokatiya Herêma Kurdistanê di 12’ê Tebaxa 2015’an de diqediya.”
Her wiha Salar diyar ku diviyabû li gorî xala 15’an a li ser erk û wezîfeya Serokatiya Herêma Kurdistanê, di valahiyeke li erka serokatiyê de wê Serokê Parlamentê ji bo 2 mehan wezîfeya Serokatiya Herêmê bi cih bianiya û Serokê Parlamentê di nava vê demê de divê li parlamentê hilbijartinê pêk bianiya lê belê destûra vê yekê nayê dayîn.
Politikayên ne zelal dimeşînin
Mahmûd, sedema bingehîn a krîza aboriyê ya rê li ber nerazîbûna karmendan vekir, weke ne zelaliyê bi nav kir û got, “Başûrê Kurdistanê ji aliyê budçeyê ve bi salane bi hikûmeta navendî ya Iraqê ve girêdayî dixebite. Hikûmeta herêmî û hikûmeta navendî li ser mijara budçeya Kurdistanê, bi demê re li ser hin aliyan li hev kirin. Ev yek car carna bû sedema pirsgirêkan.
Hikûmeta herêmî biryar da ku ji bo herêma Kurdistanê budçeyeke xweser ava bike. Wê ev yek bi firotina petrola di ser Tirkiyeyê re, pêk bianiya. Lê belê ev bazirganî bi projeyeke ne zelal re tê meşandin û bersivê nade pêwîstiyên gelê Kurdistanê.
Wekî din, hatina 1.5 mîlyon penaber ji ber şerê li herêmên cuda yên Iraqê, barekî mezin li aboriya heyî zêde bû. Vê yekê jî bandora tepisandinê li budçeya Kurdistanê kir.”
Cihê çareseriyê parlemento ye
Mahmûd bibîr xist ku di navbera PDK, YNK, Goran û Hevgirtî de hevdîtin hene û da zanîn ku PDK ne di nav de, hemû partiyên din alîgir in sîstema parlamenteriyê ya li Başûrê Kurdistanê bidome. Mahmûd diyar kir ku ev pirsgirêk di navbera PDK û Tevgera Goran de veguheriye pirsgirêkeke girantir û anî ziman ku PDK’ê pêşî li serokê parlamentê û hin wezîran girt ku bikevin nava bajarê Hewlêrê, ev yek jî nêzîkatiyek bi berpirsyarî nîne.
Mahmûd ragihand ku Tevgera Goran û YNK bi giranî li Germiyan, Helepçe û Silêmaniyeyê bi bandor in û got, “Yanî bingeha wan gelekî nêzî hev in. Li van deran xwepêşandan hene. Weke YNK em dixwazin pirsgirêk li parlamentê bê çareserkirin. Divê em pirsgirêkan di nava xwe de çareser bikin. Bi vî rengî em ê karibin pêşî li destwerdana derve bigirin. Lê belê pêwîste em bi Iraqê re mijarê nîqaş bikin, ji ber ku Başûrê Kurdistanê hînê parçeyek ji Iraqê ye.”
Gel ji aloziyên siyasî aciz e
Mahmûd da xuyakirin ku pêwîstî hîn bêhtir bi diyalogê heye, divê berjewendiyên neteweyî li pêşiya berjewendiyên partiyan be û got, “Naxwe hemû alî dikarin zerarê bibînin. Divê em ji bîr nekin ku bi DAIŞ‘ê re sînorekî me yê ji hezar sê sed kîlometre heye.
Pêwîste gelê me li herêmên weke Şengal û Saadiye bê azadkirin. Pêwîstî bi xweşbînî û xizmetê heye. Divê em xwe ji rakişîna siyasî ya bandoreke neyînî li jiyana gel bike, vegirin. Ji ber ku xuyaye pirsgirêk bandoreke neyînî li jiyana gel dike. Em pêşniyar dikin ku hemû tevgerên siyasî li parlamentê vegerin. Eger li parlamentê neyê çareserkirin, wê pirsgirêk bigihêje sala 2017’an.”
Bandora KCK’ê heye
Mahmûd da xuyakirin ku girîng e pirsgirêk di navbera partiyên siyasî yên li Başûrê Kurdistanê de were çareserkirin û destnîşan kir, ku KCK li Başûrê Kurdistanê tevgereke xwedî hêza siyasî ye. Mahmûd diyar kir ku KCK li dijî DAIŞ’ê têdikoşe, li Rojava bi cihgirtina li cem YPG û YPJ’ê re hevkariyeke mezin dike û got, “Bandoreke girîng a KCK’ê heye. Wê pêwîstî bi tevlîbûna KCK’ê hebe yan na, wê nizanim. Lê belê ji aliyê bingehîn ve divê hêzên Başûrî bibin xwedî hêza çareseriya pirsgirêkê.”
Em li pişta HDP’ê ne
Parlamenterê Parlementoya Başûrê Kurdistanê Salar Mehmud têkildarî hilbijartinên Bakûrê Kurdistanê û piştgiriya lîsta HDP’ê wiha axivî; “Li Başûrê Kurdistanê piştgiriya herî baş ji bo HDP’ê, ew e ku bi şêweyek piratîkî piştgirî bê kirin e. Ji ber ku çarenûsa Bakur, Başûr û Rojava bi hev re girêdayî ye. Weke gelê Başûr çavê me li serkeftina Bakûr e.”
Mehmud bal kişande ser rêbaza herî baş ji bo piştgiriya HDP’ê li Başûrê Kurdistanê û wiha pêde çû; “Divê bi şêweyek raste rast piştgiriya xwe nîşan bidin. Ji ber ku çarenûsa Bakur, Başûr û Rojava bi hev re girêdayî ye. Serkeftina gelê me li Bakûrê Kurdistanê, di heman demê de pêşketina me ya li Başûr jî wê zêde bike. Serneketina gelê me di hilbijartinên Bakur û Tirkiyeyê de wê bandorek nebaş li ser gelê me li Başûrê Kurdistanê jî çêke. Ji bo Rojava jî bi heman şêwe ye. Ji ber çi li Bakur, çi Rojava yan Başûrê Kurdistanê be, me dît DAIŞ êrîşê hemû nirxên gelê Kurd dike.”
‘Piştgiriya YNK’ê ji bo HDP’ê dewam dike’
Mehmud got ku wek YNK li Silêmanî li gel Hevseroka HDP’ê Fîgen Yuksekdag û çend parlamenteran rûniştin û wiha dewam kir; “ Em ragihandin ku ji bo her pêwîstiyek HDP’ê em wek YNK amade ne û ji bo xebatên zêdetir deng qezenc bike, tişta dikeve ser mile me jî em ê bicih bînin.”
Di dawiyê de jî Salar Mehmud got ku her ji destpêkê de siyaseta HDP dimeşîne rast e û wiha dawî li axaftina xwe anî; “Em di wê baweriyê de ne ku wê siyaseta AKP bi ser nekeve. Wê di vê hilbijartinê de dengên wê bikevin. Lê wê dengên HDP’ê zêdetir bibin, kêm nabin. Weke gelê Başûr çavê me li serkeftina gelê Kurd û HDP’ê ya li Bakûrê Kurdistan û Tirkiyeyê ye.”