Di daxuyaniyê de Kosret Resûl ragihad ku 2 sal beriya niha terorîstan û dijminên azad û pêkvejiyanê li Şengalê bi bê wîjdaniyek mezin jin, zarok û pîr û kal ên Êzîdiyan kuştin. Zêdetirî 3 hezar û 500 jin û zarokan jî wek dîl girtin û hemû nirxên mirovî dûr hatin xistin û bazirganiya keç û jinên êzidî hate kirin.

Resûl got: “Gerek hemû kes bizanin ti dijmin û dagirker nekariye û nikare gelê Kurd têk bibe. Îradeya wî gelî dê hemû planan vala derxîne û piştre Kurd dê biserkevin, her çi qas ku qurbaniyên me jî zêde bin.”

Resûl daxwaza ava kirina Şengalê û rizgarkirina keç û jinên Kurdên Êzîdî ji destê DAIŞê kir û xwest Qirkirina Şengalê weke jenosîd bê naskirin.


 SILÊMANÎ