Derhêner Mohammad destnîşan kir ku çeteyên DAIŞ’ê ji aliyê Amerîka û hevkaran hatiye afirandin û wiha got: “Ev şer ji ber berjewendiyên siyasî û deskeftiyên madî pêk tên. Çeteyên DAIŞ’ê li hember Rojavaya ku jiyaneke demokratîk diafirîne derxistin holê. “
Şoreşa jinan
Mohammad balkişand ser berxwedana jinan û wiha got: “Şoreş di pêşengiya jinê de pêk hatiye û ev xaleke girîng e. Divê ev xal li ber çavan bê girtin. Welatên cîhanê vê nûbûnê wekî tahluke dibînin. Ji ber vê yekê ye ku li hember Rojava evqas êrîş pêk tên. Niha li Kobanê berxwedaneke dîrokî tê meşandin. Li welatên din ev berxwedan wekî utopya tê dîtin. Ji ber baweriya kurdan ya ji bo şoreşê ev berxwedan pêş dikeve û êrîşên DAIŞ’ê hatin şikestin. Niha DAIŞ matmayî ye. Heta niha DAIŞ gelekî ku wekî kurdan di şoreşê de israr dike nehatine rûberî hev.”
Rojhilat rabû ser piyan
Derhêner da zanîn ku li bajarên Rojhilat yên wekî; Sîne, Kermanşan, Seqîz, Bane, Mehabadê û gelek bajarên Îranê, ji bo piştgiriya Kobanê çalakiyên girseyî hatine lidarxistin û wiha got: “Niha li Îranê di serî de kurd û gelên din li ser piya ne. Piştî komkujiya Şengalê ji vir ve gelên Îranê li kolanan in. Jixwe dewleta Îranê DAIŞ’ê wekî dijmin dibîne, lê naxwaze di koalîsyona li hember DAIŞ’ê de cih bigire. Ji ber ku wisa difikire ku DAIŞ ji aliyê van dewletan ve hatiye afirandin.”
Peywira hunermendiyê
Derhênerê rojhilatî Mohammadî anî ziman ku ji bo Kobanê li bajarên Rojhilat gel rabûye ser piya û wiha got: “Wekî derhênerekî kurd peywira min ew e ku, ez êşa gelê xwe ji cîhanê re parve bikim. Divê ev berxwedana kurdan bibe mijara fîlman. Divê ev fîlm di mîhrîcanên cîhanê de bên pêşandan û axaftin. Ez difikirim ku wekî derhênerekî em dikarin gelek tiştan bikin. Ez ê van xebatên xwe bidomînim.
ZEHRA DOGAN JINHA/TEHRAN