Welatiyên Germiyan dan zanîn ku divê pêngava boykotkirina malê Tirkî sar nebe û hîn zêdetir were berfirehkirin, ji ber ku ger sar bibe ti feydeya xwe jî namîne. Welatiyan bang li bazirgan û esnafên Başûrê Kurdistanê jî kirin da ku hîn zêdetir berhemên navxweyî bixin bazarê û bifiroşin.

Li ser mijarê welatiyên Germiyan axivîn.

Welatiyê bi navê Bextiyar Reuf da zanîn ku pêwîste pêngava boykotkirina malê Tirkî ji dema destpêkirî hîn zêdetir bê zêdekirin, ji ber ku ger boykotkirina malê Tirkî sar bibe, weke ku tiştek nehatî kirine. Bextiyar sedemê zêdekirina boykotê jî bi dagirkeriya Tirkiyeyê ve girêda û da zanîn ku hîn jî êrîş dewam dikin, li Rojavayê Kurdistanê komkujî tê kirin.

Burhan Ehmed jî piştî pêngava boykotkirina malê Tirkî êdî dev ji kirîna malê Tirkî berdaye û dest bi bikaranîna berhemê navxweyî kiriye. Burhan da zanîn niha ji sedî 80’ê pêdawistiyên xwarin û tiştên bikartîne xwemalîne.

Dîwaniye pêşwaziya xwemalî dike

Piştî boykota malê Tirkî ya li Başûrê Kurdistanê û li parêzgehên Iraqê boykota malê biyanî, xelkê Iraqê pêşwazî li berhemên xwemalî dike.

Piştî parêzgehên Bexda û Nasiriyeyê, niha jî parêzgeha Dîwaniyê pêşwazî li berhemên xwemalî dike.

Di vê çarçoveyê de, li parêzgeha Dîwaniye bi hevkariya dehan çalakvanên sivîl, kampanya piştgiriya ji bo berhemên xwemalî bi navnîşana, ‘Piştgiriya berhemên xwemalî dikin’ destpê kir.

Kampanyayê li yek ji qadanên sereke ya Dîwaniyeyê destpêkiriye û li wir berhem û xureka xwemalî tê pêşandan.

Kampanya ji aliyê çalakvanên sivîl ên Dîwaniyeyê ve tê meşandin. Berhemên biyanî tê red kirin û di wê baweriyê de ne divê Iraq di warê berheman de serbixwe be.

 ROJNEWS/GERMIYAN