Çanda dengbêdiyê di nava Kurdan de cihekî taybet û dîrokî digire. Kurdan heta niha dîroka xwe û kevneşopiya xwe bi çanda dengbêjiyê û sewt û awaza dengbêjan heta îro anîye. Ji bona gelê Kurd, Dengbêjî kevneşopîyeke bingehîn ya çandî, civaknasî, zimannasî, wêje ya devkî, “Filozofi“ û misyoneke dîrokî û sîyasîye. Bi hevkarîyeke mezin û bi çarehêlî Welatê Kurd an hatiye dagirkirin. Kurd li ser ax a xwe bi tenê û wek xerîb a hatine hiştin. Zimanê Kurdan hatiyeqedexekirin.! Bi taybetî li bakurê Kurdistanê, Kurdan bi zimane xwe nexwendîye û nenivîsîye û hwd. Lê, çand a Kurdan di hêla Klam (gotin), Stran, Çîrok, Govend û cil û bergan de gelekî dewlemnd û hîmekî bi hêze; Kurdan va hîma, di saya dengbêjande da ser milê xwe û bi îhtidamekî mezin heya roja îro parast lewmajî tu hêzekî nekarîbîye vê hêlî wunda bike! Dengbêjên Kurdan di nava Kurdande, li Koşk û Seran, Gund û Bajaran, Çîya û Banîyan, li Deşt û Zozanan pirr gerîyane. Rastî û rewşa Kurdan baş dîtine, vedîtin kirine, baş naskirine û herwehaji xweza, cil û berg, gul û sosin, gotinên di dilde mayî, evînên veşartî, axaeftin, çîrok, wêje, êş, şerr, îxanetî, mêranî, qehremanî, şahî û bi her awayî jîyana Kurdan bi klamên xwe, bi awakî nuwaze û zelal anîne ziman! Dengbêjan, carna deşt û zozanên xwe di bedewbûna sînga yarêde neqişandine, carna ji bo maçek Dîlberê, sedûyek dar lêdana li bin lingan, sedûyek sal di zîndanande bi cezayê îdamê razî bûne.! Carna bûne Şal û Qutnî, xwe bi ser bejn û bala delalekîde berdane! Carna bûne rimekî dest Egît an, li himber zilm û zordarîyê sekinîne! Û hwd. Di civatên Dengbêjan de, bi kombûn û gohdarîkirina mirovanjî hêla perwerdeyî û rêxistinîjî derdikeve hole! Îro Kurd bi çanda xwe, li derbasbûyîna vê demêde, deyndarê.
Dengbêj Mihemedê Dêrikî ku li Mala Dengbejan a Şaredariya Bajarê Mezin stranan dibêje, anî ziman ku ji zarokatiya xwe de eleqaya wî ya li hemberî dengbêjiyê zêde ye û wiha got: "Ez klamên Îsmaîl Axa yê di sala 1969'an de li Îranê jiya dibêjim. Bavê min pir ji dengbêjan hez dikir. Lê bendewariyên bavê min ji min cuda bûn. Nedixwest ez bibim dengbêj. Ji ber vê yekê min qet klam li cem bavê xwe nedigot. Lê min tu carî dev ji dengbêjiyê jî berneda. Ji ber aboriya min nebaş bû min karê înşaetê kir. Lê ji ber sedemên cuda min îflas kir.
Dêrikî anî ziman ku zêdeyî 100 klaman ezbere dizane. Dêrikî, destnişan kir ku bi derketina televizyon ve teyiban re çanda dengbêjiyê têk diçe. Dêrikî, xwest li dawet û salonên dawetan dengbêj bên vehiwandin û di dawetan de stranan bêjin çanda dengbêjiyê bi her kesî bidin naskirin û wiha berdewam kir: "Divê dîsa malên dengbêjiyê bên avakirin. Dema em berê diçûn gundan berx û kar ji mere serjê dikir. Hemû gundî li me kom dibûn û qîmet didan me. Lê niha ne wisa ye. Niha Şaredariya Bajarê Mezin bi vekirina Mala Dengbêjan li vê çandê xwedî derket. Niha em 24 kes li vê Mala Dengbêjan vê çandê zindî dikin. Em her ji 2 hefteyan carekê dîvana dengbêjan ava dikin. Li Gun Tv her şemî em bernameyê çê dikin."
Mîhemedê Dêrikî, anî ziman ku divê ji bo dawetan jî bên vexwandin û li dawetan jî stran û klaman bêjin. Divê çand û huneran xwe di dawhetan de bidin naskirn û heskirin. Bila li ziman, çand û diroka xwe xwedî derkevin. Ger ku her kes li vê çandê xwedî derkeve dê bêtir dewlemend û zindi bibe."
DÎCLE MUFTUOGLU / DÎHA/AMED