Nobedariya "Konê Çareseriyê" yê ji aliyê Tevgera Jinên Azad Demokratîk (DOKH) ve bi armanca vekişandina HPG'iyan bişopîne li nêzî Pira Krom a herêma Nordiz Mervana 16 rojin hatî vedan ji aliyê zarokên malbatên wan cerdevan ve dewr hate wergirtin. Ciwanan banga "dest ji çekan berbidin" kirin û diyar kirin ku ew ji ber xizmên xwe yên cerdevan şermê dikin û xwestin pergala cerdevaniyê ji holê bê rakirin. Ciwanên ji gundê Erenî yê navçeya Payîzava hatin û malbatên wan cerdevan nobedariya kon dewr wergirtin. Ciwanan bertek nîşanî bav û xizmên xwe yên cerdevan dan û wiha gotin: "Bi salane bi awayekî nezanî bav û xizmên me li hemberî biryarên me çek hilgirtin. Em li bendêne ku hemû cerdevan dest ji çekan berbibin û piştgiriyê bidin pêvajoyê ne."


Armanc aştî ye

Ji ciwanên nobet dewr wergirtin Umît Şaman wiha got: "20 salin li gundê me cerdevanî heye û bavê min jî cerdevan e. Ez dixwazim hemû ciwan pêşgengiya vê pêvajoyê bikin. Bila pergala cerdevaniyê bê rakirin. Divê em xwedî li zimanê xwe derbikevin." Ciwanê bi navê Adem Sarisaç jî diyar kir ku bavê wî jî bi heman hincetan cerdevaniyê dike û wiha got: "Armanca van konan ew e ku PKK'î bi awayekî rêk û pêk derbas bibin û aştî pêk bê. Em naxwazin tu kes zirarê bibîne. Em dixwazin şerê 30 salin bi dawî bibe û jiyana azad pêk bê. Bila cerdevanî bê rakirin û rewşa aramî pêk bê."
Ciwanê bi navê Îlhan Karakuş jî diyar kir ku PKK'ê gelek gav avêtin lê hikûmetê li hemberî vê yekê qereqolê çêkirin û samîmî nêzîk nebû û wiha got: "Di vê pêvajoyê de gerîla peywira xwe bi cih anî. Dema gerîla van gava diavêje divê em jî li hemberî bêsamîmiyeta hikûmetê birêxistînî tevbigerin." Osman Yaran jî diyar kir ku hikûmet bi çêkirina qereqolan tu piştgiriyê nade pêvajoyê. Yaran, anî ziman ku nobet girtin heycanekî gelek mezin dide wan û wiha got: "Armanca kon diyar e ji bo geştê nehatiye vekirin. Em jî nehatine geştê. Em jî dixwast kon ziyaret bikin. Em dixwazin bi zimanê xwe perwerdehiyê bibînin. Em dixwazin bi nasnameya xwe bên nasîn."

'Li hemberî zarokên xwe çek girtin'

Yilmaz Sarisaç jî diyar kir ku gelê Kurd her tim ji aliyê pergalê ve weke dijber hate dîtin û wiha got: "Ji ber betaliyê em çûn metropolan. Li wir her tim bi çavê 'terorîst' li me nêrîn. Em biçûk dihatin dîtin. Bi salan ji ber polîtîkayên asîmîlasyonê ziiman û nasnameya me hate înkarkirin. Em nikarin bi zimanê xwe jî xwe baş bînin ziman. Ez dixwazin dîroka xwe bizanim. Em azadiya Serok Apo dixwazin. Heke serokê me niha azad ba dê zûtir aştî pêk anîba." Fazil Yuksel jî diyar kir ku pêvajoya ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hate destpêkirin ji bo Tirkiyeyê şansek e û wiha got: "Rêberê Gelê Kurd 2 salin bi parêzerên xwe re hevdîtinê nake. Êdî bes e. Bi salanin welatiyên me ji ber hatin xapandin li hemberî zarokên xwe çek girtin. Gund hatin valakirin. Bi sed hezaran mirov avêtin girtîgean. Em naxwazin êdî dayîk bigirîn." Welatiyê bi navê Abuzît Satici yê 65 salî diyar kir ku wî jî 10 salan cerdevanî kir lê niha dest ji çekê berdaye û wiha got: "Em hatin xapandin, me nedizanî. Lê min niha dest ji çekê berda. Ez ji bo azadiya xwe hatim vir. Ez azadiya serokê xwe dixwazim. Heta serokê me azad nebe me azad nabin."


'Ez şerm dikim'
Metîn Satici jî diyar kir ku ji ber li gund gelek cerdevan hene ji vê yekê nerihet in û ji pêvajoyê keyfxweş e û wiha got: "Ji roja kon hatin vedan heya niha em bi heycan pêvajoyê dişopînin. Divê êdî ji vê saetê şunda cerdevan dest ji çekan ber bibin. Dema mezinên gund çekan digirin em şerêmê dikin. Ez silavan li hemû gelê me û Rêber Apo dikim."

DÎHA/WAN