
Li navçeya Çemçemal a Silêmaniyê pêr êvarê têkildarî enfalê semînerek hate lidarxistin û di semînerê de çend filmên li ser enfalê jî hatin nîşan kirin.
Li navçeya Çemçemal a Silêmaniyê bi boneya salvegera enfalê vê êvarê semînerek ji aliyê Rêveberiya Rewşenbîrî û Hunerî ya Çemçemal ve hate li darxistin.
Herwiha di semînerê de çend kurte film û belgefilmên li ser enfalê hatin amade kirin hatin nîşan kirin. Herwiha di semînerê de çend xelat dan nivîskar û hunermendên li ser enfalê kar kirine.
Edîtorê Kovara Enfalistan Omer Mihemed Qadir ku yek ji wan kesan bû xelat wergit got; “Em hemû çalakiyên hunerî yên di derbarê enfalê de girîng dibînin. Hêvîdarin ku çalakiyên wiha berdewam bikin.
ÇEMÇEMAL