
Saziyên çand û hunerê yên li Amedê xebatên çandê dimeşînin her meh bi bernameyên taybet li pêşberî gel in. Di çarçoveya şahiyên meha hezîranê de, pêr êvarê hunermenda operayê Mizgîn Tahir li Pale Hunerê konserek da. Konsera ku qasî saetekê dewam kir, du stranên nû yên ji hêla Mizgîn Tahir ve hatine çêkirin û gelek stran bi gel re hatin parvekirin. Di şahiyê de jin û zarok jî di nav de qasî 300 kes amade bûn. Hunermenda Kurd der barê her du stranên xwe yên nû de nêrînên xwe parve kirin. Mizgîn Tahir destpêkê der barê her du stranên nû çêkirî de agahî dan û eşkere kir ku gotin, muzîk û aranje yên wê ne û got, “Ev projeyeke min a nû ye, ez bi vê projeya xwe dixwazim hest û remanên jinê ragihînim gel, dîsa pirsgirêkên wan ên jiyanê radigîhînim. Ne tenê jinên Kurd, hemû jinên cîhanên divê çîrokên wan bên nivîsandin û vegotin.” Mizgînê eşkere kir ku ew dixwaze nêrîna jinên bi gelemperî ya li hemberî xweza, dar û ajalan derxe pêş û wiha pê de çû: “Ev sitrana ku min nû çêkiriye çîroka jinekê vedibêje. Ev jina ku zewiciye, piştî demekê zarokeke wê çêdibe û mêrê wê dest ji wê berdide û diçe. Di gazinên xwe de dibêje, ew hat û çû vê bihara min negihiya. Ez dixwazim bi projeyên wiha serpihatiyên di nava civakê de bi rêya awazan ragihînim gel.”
Karê berhevkirinê û arşîva Kurdî
Tahir demek dirêj li Navenda Çand û Hunerê ya Ciwanan a Cegerxwîn a Şaredariya Peyasê perwerdeya operayê dida şagirtan, lê piştî ku qeyûm hat tayînkirin, gelek saziyên civakî ku xebatên çand û hunera Kurdî dikirin, hatin girtin. Li ser pirsa hûn niha bi çi karî mijûl in jî, Mizgînê ev bersiv da: “Karê min ê sereke berhevkirina arşîv û folklorê ye. Ev ne tenê folklora Kurdî, dibe folklora herêmî û ya Ermeniyan jî be. Jixwe çandên li Rojhilata Navîn çandeke tev li hev e, wekî keskesorekê ye. Divê tu van tiştên hanê bibînî, heta tu nebînî dê gelên din jî te nebînin.”
Modernîteyê têsîreke neyênî anî
Hunermenda jin Mizgînê di dema stran gotinê de carinan dixwest mêvanê şahiyê jî tev li awazên xwe bike, lê mêvan qet tev li şahiyê nebûn. Vê yekê bala me kişand û me jî xwest em ji hunermenda jin bipirsin, hunermendê ev rewş wiha şîrove kir: “Çanda me winda dibe, berê şevbuhêrkên me bi coş derbas dibûn. Dema dengbêjekî digot, yê din bersiv dida û jêre çîroka wê digot û digot, filankesê wilo, wilo kir. Divê ev civat ji nûve li koka xwe vegere. Mînak piçûkatiya min wisa derbas bû, bavê min dengbêj bû, hevalên wî dengbêj bûn, li hev diciviyan û sobeya êzingan pêdixistin, em hemû li wan dihewiyan, yekê çîrok digot, yê din stran digot. Piştre yekî din digot, ma tu çîroka vê dizanê, hin kesan bersiv dida û mînak digotin, ‘kurmê şîrî heya pîrî.’ Bi vî şeklî di nava civakê de çand belav dibû, ev tişt tev winda bûne. Niha em dikevin minîbûsê de, di rêzê de gişt çetê dikin, wa ye, li tenişta te ye ka silavekê bidê, ev çanda danûnstandinê winda bûye, sedema wê jî teknîk e û modernîteya kapîtalîst e.”
MURAT SEKMEN/DÎHABER/AMED