Rêxistina Ciwanên Welatparêz a Başûrê Kurdistanê, li Fakulteya Perwerdeyê ya Zanîngeha Kerkûkê semînerek bi mijara “Di çareserkirina krîzê de rola ciwanan” lidar xist.
Endamê Rêxistina Ciwanên Welatparêz Brûsk Kerkûkî li semînerê axivî û diyar kir, krîza siyasî, aborî û civakî ya li Başûrê Kurdistanê, ku ev 2 sal lin dewam dike, ji ber hêzên desthilatdariyê û sîstema heyî ya siyasî rû daye. Kerkûkî bibîr xist, çareserkirina krîzê li aliyekî, ev krîz roj bi roj kûrtir dibe û got, “Ciwan bi rêxistinbûna li her cihî dikarin li ber vê sîstemê rabin.”
Kerkûkî destnîşan kir, ciwan hêza herî mezin a guhertinê ye û got, “Ciwan hêza herî dînamîk a civakê ye. Bêguman emr jî girîng e, lê belê ciwantî ne tenê mijareke temen e. Pêwendiya ciwantiyê bi lêgerîna li nûbûnê heye. Ji bo sîstema ku rê li ber krîzê vedike û zextê li civakê dike ji holê were rakirin, divê ciwan bikevin nava tevgerê û bibin hêza pêşeng.”
KERKÛK