Encamnameya Komxebata Diyaloga Sûriyeyê hate eşkerekirin, ku bi pêşengiya MSD’ê bi dirûşma “Em Sûriyeyê ji nû ve ava bikin û bi pêş ve bibin” hate lidarxistin.

Komxebata li bajarê Eyn Îsa yê ser bi Girê Spî, bi xwendina encamnameyê qediya. Encamname ji aliyê Endamê Şepêla Çep a Şoreşger a Sûriyeyê, Xiyas Neyîs ve hate xwendin.

Di encamnameyê de hat gotin, mijarên “di aloziya Sûriyeyê de pirsgirêka mirovahiyê, şeklê hikûmetê di pergala nenavendî û demokratîk de, modêla Rêveberiya Xweser, mijara aborî û şeklê wê yê herî guncaw ji bo Sûriyeya paşerojê, destûra bingehîn a Sûriyeyê û rêgezên wê yên sereke, doza jinê û rola wê di çareseriyê û aramiya Sûriyeyê de û mekanîzmayên avakirina yekîtiya opozîsyona demokratîk a laîk” hatine minaqeşekirin.

Her kes divê hebe

Di encamnameyê de paşê hat gotin, “Beşdaran teqez kir ku çareseriya siyasî rêya herî dirust e ku hemû pêkhateyên Sûriyeyê bêyî cudabûn di komîteya destûrî û xebatên siyasî de misoger dike. Her wiha teqezî hat kirin li ser têkoşîna li hemberî desthilatdariyê û hemû cureyên tundiyê û girîngiya derxistina hêzên dagirker ji Sûriyeyê.”

Pêkhateyên komxebatê bang li aliyên navdewletî jî kir û got, “Her wiha (em) bang li rêxistinên navdewletî û saziyên hiqûqî, di serî de Neteweyên Yekbûyî dikin ku erka xwe bi cih bînin û dawî li aloziya Sûriyeyê bînin, aştiyê bi ser bixin.”

Komxebatê banga avakirina komîteyeke şopandinê kir ku erka wê, dewamkirna hevdîtinên Sûrî-Sûrî be.

 

EYN ÎSA