Çalakiyên greva birçîbûnê yên li dijî tecrîdkirina Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan li Tirkiye, Kurdistanê û li hepsan dewam dikin. Çalakiya Hevseroka KCD´ê Leyla Guven a greva birçîbûnê di roja 42’an ye. Piştî ku Guven li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê dest bi çalakiyê kir, Girtiyên ji doza PKK’ê û PAJK’ê jî di 27’ê Mijdarê de bi heman armancê dest bi çalakiya 10 roj dorveger kir. Çalakiya girtiyan bi koma 3’emîn li girtîgehan dewam dike. Niha jî Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak dest bi greva birçîbûnê ya 10 rojan kir.
Bi hestiyarî tev bigerin
Kişanak, bi rêya parêzeran agahî da û xwest, demekê berî demekê tecrîdkirina Ocalan bi dawî bibe û got, “Ji bo tecrîdkirina Birêz Ocalan bi dawî bibe ez dikevim greva birçîbûnê ya 10 roj dorveger. Ez piştgiriyê didim çalakiya wekîla me Leyla Guven. Ji bo çalakî bi encam bibe û tecrîd bi dawî bibe berpirsiyariyeke mezin dikeve ser milê me. Ji bo aştî bi pêş bikeve û tecrîd bi dawî bibe, divê hemû wicdanên demokratîk û aştiyê dixwazin bi hestiyarî tev bigerin û berpirsiyariyê hilgirin ser milên xwe. Em nikarin li dijî şer, kuştin, zilmê bêdeng bimînin. Ez bawer dikim ku em ê bi ser kevin.”
MA AMED
Çar parçe di çalakiyê de gihan hev
Li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan li Rojhilatê Kurdistanê jî Çalakiya greva biçîbûnê hate destpêkirin. Doh komek çalakvanî ji bo bidawikirina tecrîdkirina Ocalan bi dirûşmeya “Azadî ji bo Rêber Apo, mirin ji bo xwînmij, mirovkuj û dijminên mirovatî û jiyana azad re” bi daxuyaniyekê ragihand ku ew dest bi greva birçîbûnê dikin.
Bi erka xwe rabin
Çalakgeran daxwazên xwe wiha rêz kirin: “Ji bo ku Rojhilata Navîn her tim di bin dagirkerî û koletiya wan de be, vê carê faşîzm û modernîzma mirovxwer û sermayedar bi şidandina tecrîdê ya li ser Rêber Apo xistin dewrê. Ji bo wê di vê demê de erka dikeve ser milê her kesê azadîxwaz ew e ku li hemberî faşîzmê xwedî helwestek zelal û yekgirtî be. Leyla Guven di girtîgehên faşîstan de pêşengtiyê ji greva birçîbûnê re dike. Em jî weke mirovên azadîxwaz û şoreşger ên Rojhilatê Kurdistanê radigihînin ku ji roja 18’ê Kanûna 2018’an ve dest bi greva birçîbûnê ya du rojan dikin. Em bang li tevayî azadîxwazan bi taybetî bang li azadîxwazên Rojhilatê Kurdistanê dikin ku di vê dema hesas de erka xwe ya şoreşgerî bi cih bînin.”
NAVENDA NÛÇEYAN