Serokê Parlamentoya Iraqê Selîm Cibûrî li gel cîgirê xwe Aram Şêx Mihemed serdana Polîtburoya Siyasî ya YNK’ê kir û ji aliyê Berpirsê Rêveberiya Polîtburoya siyasî yê YNK’ê Mela Bextiyar ve li Silêmanî hat pêşwazîkirin. Piştî bidawîbûna civînê, Mela Bextiyar û Selîm Cibûrî derketin pêşiya çapemeniyê û bersiva pirsên rojnamegeran dan.


‘Divê li Iraqê lihevkirinek çêbe’

Berpirsê Rêveberiya Polîtburoya Siyasî yê YNK’ê Mela Bextiyarragihand ku Iraq di rewşeke xeter û dijwar re derbas dibe û got; “Em ê hewl bidin ku pirsgirêkên mezin ên Iraqê çareser bikin û pêwîst e em rê nedin ku ew dubare bibin.”

Mela Bextiyar diyar kir ku rewşa Iraqê di aliyê siyasî, parlamento û rêveberiyê de baş nîne û got, ew ê nebin beşek ji kûrkirina aloziyan. 

Bextiyar destnîşan kir ku divê li Iraqê lihevkirinek çêbe û got, divê daxwazên Kurdistnaiyan ên li ser madeya 140’î bên çareserkirin.


‘Divê parlamento dîsa dest bi karê xwe bike’

Serokê Parlamentoya Iraqê Selîm Cibûrî jî diyar kir ku biryar ew e ku parlamento careke din dest bi karên xwe bike.

Cibûrî diyar kir kur pêwîst e hemû alî tevlî rûniştina parlamentoyê bibin û got: “Em niha ji bo gihiştina encamekê nîqaşan dikin. Hemû nêrînên îro me guhdariya wan kir, girîng in. Rûniştina parlamentoyê bê tevlîbûna komên Kurdî nayê kirin. Ji bo yên ku êrîşê parlamentoyê kirine jî em ê li gor yasayê tişta pêwîst bikin.”  


 SILÊMANÎ/ ROJNEWS