
Li gelek bajarên welatên Ewrûpa Kurdistanî ji bo Rêberê Gelê KurdAbdullah Ocalan çalakî li darxistin. Di çalakiyan de hat xwestin derhal bi Ocalan re hevdîtin bê kirin.
Piştî hewldana darbeyê ya 15’ê Tîrmehê, fikarên li ser ewlekarî û jiyana Rêberê Gelê KurdAbdullah Ocalan roj bi roj zêde dibin. Li gelek bajarên Ewrûpa Kurdistanî û dostên wan ji bo rêberê xwe Abdullah Ocalan li qadan bûn.
STÛTTGART: Kurdistanî û dostên wan ên li bajarê Stûttgart ê Almanya û derdora wê dijîn, tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê KurdAbdullah Ocalan bi meşeke girseyî protesto kirin.
Meş ji aliyê NCKD a Stûttgartê ve roja şemiyê saet 17:30’an li pêşberî HBF’ê bi kombûna girseyekê ve destpê kir.
Piştî meşê mitîng bi deqeyek rêzgirtina ji bo kesên ku di êrîşa li Munîhê de jiyana xwe ji dest dabûn û şûn de destpê kir. Li ser navê komîteya amadekariyê Orhan Ateş axaftin kir û got: “Heta ku Rêberê Gelê KurdAbdullah Ocalan azad nebe, her kêlî her dem em ê li qadan bin, bi tevahî hêza xwe em ê seferber bin.” Ateş her wiha diyar kir ku piştî darbeya 15’ê Tîrmehê fikarên der barê Ocalan de her ku diçe zêde dibin.
FRANKFÛRT: Li bajarê Frankfûrt ê Almanyayê Meclîsa Jinan a Amara ya Frankfûrtê ji bo balê bikişînin ser tecrîda li ser Ocalan konê agahdarkirinê vekirin.
Li ser karta ku wêneyê Rêberê Galê Kurd Abdullah Ocalan li ser bû hatin belavkirin.
Jinên ku stand vekirin diyar kirin ku heta encam bê girtin wê çalakiyên wan dewam bikin.
BERLÎN: Li paytexta Almanya Berlînê jî tecrîd hate protestokirin.
Çalakî ji aliyê NAV-DEM Berlîn û NAV-DEM’ê ve hate organîzekirin, bi şîara “Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statu” bi meşek destpê kir. Meşê heta Kottbûser Tor dewam kir, daxwaz ji hikûmeta Elmanya û Ewropa hatin kirin ku malbat û parêzer divê demildest bi Ocalan re hevdîtinê bikin.
KOLN:Li bajarê Almanya Kolnê bi pêşengiya TEV-ÇAND’ê li Bahnhofvorplatzê mitîngek hat li darxistin. Kurdistaniyên ji bajarên Dusseldorf û Bonnê dijîn jî beşdarê mitîngê bûn.
Hevserokê NAV-DEM’ê yê eyaletê Halît Taşkiran li vir aixî û daxuyakirin ku
piştî hewldana darbeyê a li Tirkiyeyê fikarên wan ên li ser jiyana Ocalan zêde bûye Taşkiran got: “Rewş û tenduristiya Serok Apo xeta sor a gelê Kurd e. Heta agahî ji Rêberê me bê, em ê çalakiyên xwe bidomînin.”
DORTMÛND: Li bajarê Almanya Dortmûndê jî bi heman armancê kurdistanî li ber îstasyona trênê hev kom bûn. Tevî parlementerê HDP’ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz hezar kes tevlî çalakiyê bûn.
Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz li vir axivî û diyar kir, Kurd nêzî azadiyê ne û berxwedana gelê Kurd wê Rojhilata Navîn azad bike.
NURNBERG: Li bajarê Almanya Nurnbergê jî Kurdistanî û dostên wan ên Elman ji ber avahiya Yekîtiya Sendîkayên Elman meşiyan. Di meşê de çalakgeran der barê rewşa Ocalan de gelek belavok belav kirin. Piştî meşê axaftin hatin kirin û hat diyarkirin AKP darbekar e û tecrîda li ser Ocalan jî weke nîşaneyek vê rastiyê, hat destnîşankirin.
PEÎNE: :Li navenda bajarê Peîne jî bi qasî du saetan çalakiyek pêk hat. Hevserokên Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Peîne Hekîma Yûsûf, Mehmet Karakaş li vir axivîn û xwestin tecrîda li ser Ocalan bê rakirin.
HANNOVER: Komîsyona Çandê ya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a li bajarê Almanya Hannoverê mîtîngekek li darxistin. Platforma Hunermendên Kurdên Êzîdî jî tevlî mitîngê bûn.
Di mitîngê de belavokên li ser rewşa Ocalan hatin belavkirin.
ZURÎH: Li bajarê Zurih ê Swîsreyê endamên HDK-Swîsreyê û Meclîsa Gel a Zurîhê tecrîda li ser Ocalan protesto kirin. Mîtînga ku li Helvetîaplatz hate lidarxistin 300 kes beşdar bûn.
BASEL: Li bajarê Swîsre Baselê bi pêşengiya TEV-ÇAND’ê ji bo balê bikşînin ser rewşa Rêberê Gelê KurdAbdullah Ocalan mitîngek hat lidarxistin.
Li ser navê TEV-ÇAND’ê daxuyanî hat xwendin û hat diyarkirin bi tecrîda li ser Ocalan re hewl tê dayîn gelê Kurd bê qedandin.
Hezaran name ji bo Rêbertî
WINTERTHUR: Li bajarê Swîsre Winterthurê di çarçovaya kampanya “Hezaran name ji bo Rêbertî” de komîna Jinê ya Arjîn Garzan ji bo Rêberê Gelê KurdAbdullah Ocalan Name şandin.
Tevgera Jinên Kurd a li Swîsreyê jî da zanîn, ku heta hevdîtin bi Ocalan re bê kirin, ew ê çalakiyên xwe bidomînin.
STOCKHOLM: Li paytexta Swêd Stockholmê, li ser banga Meclîsa Jinên Kurd Amara çalakî pêk hat. Navenda Civaka Demokratîk a Kurd, PYD û Partiya Azadiyan a Mezopotamyayê destek dan çalakiyê. Di çalakî li meydana Medborgarplatsenê pêk hat de, daxwaza rakirina tecrîda li ser Ocalan hat kirin.
PARÎS: Li paytexta Fransa Parîsê li ser banga Civaka Demokratîk a Kurdên li Fransayê (CDK-F) li meydana Bastîlle çalakiyeke protestoyî hat lidarxistin. Endamê Dîwana Serokatiyê ya KCDK-E Mûrat Ceylan di çalakiyê de axivî. Ceylan got, Ocalan ji bo Kurdan xeta sor e û destnîşan kir, ew ê serî li ber şantaja AKP’ê netewînin
Serokê CDK-F Vedat Bîngol jî ragihand, heta tecrîda li ser Ocalan were rakirin ew ê çalakiyên xwe bidomînin û banga tevlîbûna çalakiyan li Kurdistaniyan kir.
LORÎENT: Li bajarê Fransa Lorîentê jî Kurdistanî û dostên wan li meydana Place Arîstîde Brîandê li hev civiyan. çalakgeran fikarên xwe yên li ser rewşa tenduristiya Ocalan anîn ziman û xwestin tecrîd derhal were rakirin. Di çalakiyê de nameyên ji CPT re bên şandin ji aliyê beşdaran ve hatin îmzekirin.
STRASBOÛRG: Kurdistaniyên li bajarê Strasbourgê jî û derdora wê li Place Kleber a li navenda bajêr bi heman armancê çalakî pêk anîn. Di daxuyaniya li vir hat dayîn de hat diyarkirin ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û hemû pirsgirêkên din, divê Ocalan azad be.
Li Cannesê çalakiya ji bo Ocalan
Ciwanên Kurd, ji bo balê bikişînin ser tecrîda şidandî ya li ser Rêberê Gelê KurdAbdullah Ocalan, li bajarê Cannes ê Fransayê çalakiyeke protestoyî lidar xistin.
Ciwanên Kurd ên li herêma Cote d’Azur a dijîn, li pêşiya avahiya Festîvala Fîlman a Cannesê çalakî pêk anîn.
Ciwanan wêneyên Ocalan hildan û tecrîd şermezar kirin. Di çalakiyê de belavokên balê dikşîn ser tecrîda şidandî ya li ser Ocalan belav kirin.
Ciwanan her wiha xwest rojek berî ya din malbat û parêzerên Ocalan biçin Îmraliyê û hevdîtinê bikin.
MÎLAN: Li Îtalya jî kurdistanî ji bo rêberê xwe li qadan bûn. Bi vê armancê li bajarê Mîlanê meydana Merkantînî çalakiyek hat lidarxristin. Di çalakiya ku bi sedan kes lê amade bûn de, tecrîd hat vegotin û daxwaza hevdîtina bi Ocalan re hat kirin. Ji Zanîngeha Katolîk Prof. Paolo Branco di çalakiyê de axivî û xwest, tecrîda li ser Ocalan derhal bê rakirin û azad bibe. Branco destnîşan kir, ku ji bo azadiya gelên li Rojhilata Navîn Ocalan xwedî roleke gelekî mezin e. Ji sendîkaya ARCI Lûcîanî Mûhlbaûer û ji partiay Rîfondazîone Lûca Karpellonî jî beşdarî çalakiyê bûn.
NAVENDA NÛÇEYAN