Nerazîbûnên li dijî girtina korîdora di navbera Rojava û Şengalê de dewam dikin. Bi êrişa DAIŞ'ê ya sala 2014'an a li dijî Şengalê re, hêzên YPG/YPJ û HPG/YJA Starê 'Korîdora Mirovî ya Rojava-Şengal'ê vekiribûn. Ev korîdora ku pêdiviyên mirovî jê dihatin derbaskirin, 15'ê Kanûnê ji hêla hikûmeta Iraqê ve hate girtin. Ji ber girtina korîdorê, ciwanên Şengalê li ser sînorê Şengal-Rojava kon vedan û ev biryara Iraqê protesto kir.
Li ser sînor kon vedan
Ciwanên ku li ser sînor kon vedan, tevî serma û baranê jî çalakiya xwe dewam dikin. Doh komek ji şêniyên Şengalê ku ji Kurd û Ereban pêk tê, bi armanca destekdayînê çûn herêmê û li ber konê ciwanan kom bûn. Çalekgeran li vir agir pê xist û nerazîbûna xwe anî ziman, piştre jî xwestin biçin nûqteya ku hêzên Iraqê lê dimînin. Lê hêzên Iraqê destûr neda ku ew derbas bibin. Li ser vê yekê gel nerazîbûn nîşan dabû û xwestibû ku derî dîsa vebe.
Riya Dihok-Şengalê hate vekirin
Li aliyê din rêya di navbera Sihêla ya Duhokê û Şengalê ku di bin kontrola PDK'ê de ye, ji sala 2017’an û vir ve girtî bû, û destûr nedidan ku Xelkê Şengalê derbas bibe. Balkêş e, piştî ku korîdora Rojava- Şengalê hate girtin, rêya Dihok-Şengalê hate vekirin.
ANF/ŞENGAL