Derhênerên ciwan ên beşdarî Mihrîcana Filman a Axtamarayê bûyî, diyar kirin divê sînemavanên Kurd êdî dev ji zimanê mexdûriyetê berdin û bêhtir berxwedana heyî derxin pêş. 

3'emîn Mihrîcana Fîlman a Axtamara ku li Wanê ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê û Sînemaya Rojhilata Navîn ve hat lidarxistin, rastî elaqeyeke mezin tê. Di mihrîcana bi silogana "Ji dengê xwezayê, ronahiya dîrokê û heqîqeta jiyanê" de gelek derhênerên ciwan amade bûn. Derhênerên ciwan bi kamerayên xwe bal kişandin ser şer û berxwedana li Kurdistanê. Derhênerên Ciwan diyar kirin ku ji bo berxwedana li Kurdistanê derbasî siberojê bikin û komkujî û qirêja şerê dewletê bînin ziman. 


Jiyana dayika Fatma a 50 salî

Derhênera Ciwan Dîlan Koçer a 2 salan li Akademiya Sînemaya Navenda Çanda Cegerxwin perwerde bûyî, li ser jiyana dayika Fatma a 50 salî radiweste. Dîlan bi belgefîlma xwe ya bi navê ‘Neqş’ hewl dide ku hest û ramana dayika Fatma bîne ziman. Koçer, anî ziman ku di vê pêvajoya şer de em bûn şahidê gelek bûyeran. Me xwest em vê yekê di sînema û hunerê de jî bidin xuyakirin. Em dixwazin hunera di şopa heqîqetê de bi pêş bixin. Me xwest vê rastiya şer bi kamerayên xwe bigihînin siberojê." 


Bigihînin siberojê

Koçer, anî ziman ku di vê pêvajoya şer de civak di rojên gelek dijwar re derbas bû û li dijî şerê dijwar, berxwedaneke gelekî mezin hat nîşandan û wiha peyivî: "Me xwest vê berxwedanê bigihînin siberojê. Berxwedana li Cizîr, Sûr, Gever û Nisêbînê nemir bikin. Berdêlên gelek giran hatin dayîn. Berxwedêr li warên xwe xwedî derketin. Me xwest vê berxwedana dîrokî nemir bikin û bigihînin siberojê. Ev ji bo me erkeke dîrokî ye." 


'Zimanê mexdûriyetê bi xwe pirsgirêk e'

Derhênerê ciwan Bulut Rênas Kaçan ku bi fîlmê xwe yê yekem ê bi navê ‘Rêger’ beşdarî mihrîcanê bû jî anî ziman ku li Rojhilata Navîn rol û misyona huner û sînemayê gelek mezin e û wiha axivî: "Divê di qada sînemayê de em dest ji zimanê mexdûriyetê berdin. Zimanê mexdûriyetê bi xwe pirsgirêk e. Divê em bêhtir aliyê berxwedanê derxin pêş. Sînemaya Kurd bêhtir zimanê mexdûriyetê derdixe pêş. Bêguman divê neheqî û mexdûriyet jî bê dîtin. Lê bêhtir divê berxwedan û serhildan derkeve pêş. Divê lêgerîna jiyana nû bê dîtin. Di demên dawî de mihrîcanên fîlman ji bo bipêşketina sînemaya Kurd avantajên mezin bi xwe re tîne. Ev peywira me ya dîrokî ye. Divê rastiya li ser vê axê bi pêş dikeve, em tomar bikin û bi gel re parve bikin.”


'Divê em berxwedanê derxin pêş' 

Derhênerê Ciwan Vedat Oyan ê bi fîlmê "Mavera" beşdarî mihrîcanê bû jî li ser çîroka Torosan radiweste. Oyan jî anî ziman ku li gel hemû astengiyan sinemaya Kurd pêşketinên mezin bi dest xistine. Oyan, anî ziman ku pêwist e ku di vê pevajoyê de bi rol û rista xwe baş rabe û dest ji zimanê mexdûriyetê berde û bêhtir zimanê berxwedanê derxe pêş.


SERHAT WELAT DAGDELEN / DÎHA / WAN