Endama Desteya Rêveber a KCK’ê Sozdar Avesta di salvegera 90. ya avakirina Komara Tirkiyê de  polîtîkayên dewleta Tirk yê li hemberî gelê Kurd nirxand. Avesta bal kişand têkoşîna gelê Kurd ya li dijî polîtîkayên îmha û înkarê diyar kir ku divê mafê gelê Kurd were û statuya gelê Kurd were naskirin û Mîsakî Millî were nûjenkirin.  


Di dema avakirina komara Tîrkiyê de rola gelê Kurd çiye? Di wê demê de helwesta dewleta Tirk li hemberî Kurdan çawa bû?

Di danezrandina Komara Tirkiyê de gelên li Tirkiyê bi taybetî jî gelê Kurd roleke bingehîn lîst. Weke hêza duyemîn a avaker a Komarê ye. Beriya avabûna Tirkiyê, li ser bingeha hevdu naskirinê di navbera Kurd û Tirkan de têkiliyek hebû. Ev yek di têkiliyên hezar sal beriya komarê yên navbera Kurd û Tirkan de tê dîtin. Hîna Melazgîrt di sala 1071 de, dîsa di şerê Çaldiranê ku di sala 1654’an de, dîsan di avakirina komarê de tim Kurd û Tirkan bi hev re weke hêzekî bingehîn li hemberî hêzê derve sînorên Mîsaqî Mîllî parastine û di sînor de rolê xwe lîstine. Ji bo kurd weke welatê xwe dîtine di avakirina komarê de weke hêzekî bingehîn cih girtine. Di vir de hêza esasî ne. Ji bona vê mirov dikare bêjê di dema avakirina komarê de têkiliyên kurd û tirkan li ser esasekê îtifak, hevnaskirinê bû. Mirov dikare bêje, dema 90 saliya komarê de gelek pêwîstî bi desteka kurdan heye û di tevahiya van şeran de kurdan cihê xwe girtiye.

Komara bi tifaqa Kurd û Tirkan ava bû, çima vegeriya  înkarê? Dewleta Tirk li dijî Kurdan çima helwesta xwe guhert.

Dema komar tê avakirin wê demê bi taybetî tenê pêngavek a rizgariyê ye, pêngava rizgariyê bi rengekî tevahî gelên li wir, li ser wê erdnîgariya dijîn cihê xwe digirin. Lê bele ya bingehîn rizgarkirina pêngavekî yekemîn e.  Divê piştî ku komar avabû şûnde êdî di nava xwe de demokratîkbûyînê pêş bixîne. Divê komar bê çêkirin û êdî komarek demokratîk bê sazkirin, di demokratîkbûyîna komarê de jî hemû gelên ku li wir dijîn, divê mafê wan, nasnameya wan, parastina wan bê naskirin û weke hêzekê di nava tifaqa de bê naskirin.
Di avakirina komarê ku di sala 1920’an û şûn de ku 1923’an bi awayekî fermî damezrandina xwe diyar kir. Di sala 1925’an de ne xwestin mafên kurdan ên demokratîk di destûra bingehîn de nas bikin. Edî komar xwe demokratîze nekir... Zîhniyetekî yekperestî, faşîst derkete pêş. Êdî li ser înkarê xwe berdewam dike. Li hemberê vê jî ji ber ku di avakirina komarê de soz hatiye dayîn û bi vî rengî Kurd tevlî şerê rizgariya Tirkiyê bûne lê mafê kurdan nayê naskirin êdî kurd jî li hemberî vê dest bi serhildanan dikin.

Piştî serhildanan polîtîkaya înkar û asîmîlasyonê ketin dewrê? Encamên vê çawa bûn?

Kurd wekî xiyanetê li wan hatiye kirin, hatine xapandin û pişta wan hatiye şikandin dibînin. Piştî serhildanan bi hezaran Kurd bi kanûnan hatin koçberkirin. Ji aliyê din kanûnên nû derxistin û Kurd Kurdistan, ziman û çanda wan înkar kirin. Êdî bi navê Kurdbûnê her tişt qedexe kirin. Ev yek jî kir ku di navbera Kurd û Tirkan de durbûnek pêk were. Lê gelê Kurd li hemberî vê her tim di nava hewldanan de bû û li mafê xwe geriyaye. Gelê Kurd her tim vê gotiye ev der xaka min e jî ez li ser axa xwe dijîm û di avakirina komarê de min jî rolê xwe listiye.

Li hemberî polîtîkayên dewleta Tirk helwesta gelê Kurd û rêbazên têkoşîna gelê Kurd çawa bû?

Têkoşîna gelê Kurd a 40 salan bi rastî jî têkoşîna demokratîkbûna komara Tirkiye û parastina mafê hemû gelên li ser vê erdnîgariyê ye. Di aliyê tevgera Kurd de tu carî nêzîkatiyeke “Ez desthilatdariyekî têk bibim û ez xwe li ser desthilatdar bikim” çênebû. Heta em dizanin di damezirandina PKK de milîtanên destpêkê ên PKK wekî hevalên Haki Karer hevalê Kemal Pîr hevalên ji gelên Tirkiyeyê bûn. Rêber Apo jî ji damezirandina PKK heta beriya wê berdewamiya têkoşîn û berxwedana Denîz Gezmîş û Mahîr Çayan binav dike. Ji bo vê em dikarin bêjin li ser vê axê heta niha ev gelan bi hev re jiyana xwe berdewam kirine.

Di nav dewleta Tirk de îro demokratîkbûn di kîjan astê de ye? Ji bo komareke demokratîk aliyên kêm çi ne?

Li ser damezirandina komarê 90 sal derbas bûn. Di dewsa demokratîkbûnê de mirov dikare bêje olîgarşîkbûn hakîm bûye. Destilatdariya yek partî hakîm bûn.Bi vê jî faşîzm û têgihiştineke nijadperestî pêş ket. Dijdemokratîkbûn pêş ket û înkarkirina hemû mafê gelan pêş ket.
Mesela mafê me yê Kurdannehate naskirin mafê gelê me yê Elewî nehate naskirin , mafê kesên ku dibêjin gayrimuslim nehate naskirin. Gelê Êzidî nehate naskirin û yên Ermenî Suryanî û mafê gelên Tirkiye jî nehate naskirin. Gelên ku di avakirina komarê de cih girtin nehatin naskirin. Ji ber vê yekê mirov nikare bêje ev komar komarekî demokratîk e.
Hilbijartin pêk tên, lê kesên sermeyadar kesên elît li ser komarê hikumdar in. Ji ber vê yekê têkoşîn û berxwedana tevgera azadiya gelê Kurd a 40 salan ji bo demokratîkbûna vê pêş ket. Bi taybetî jî piştî dîlgirtina Rêber Apo ji 99’an û vir ve heta beriya wê ji 93’iyan jî tevgera Kurd bi pêşengiya Rêber Apo xwest pirsgirêka Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê bi şêwazên diyalog û demokratîk û jiyana bi hev re çareser bike. Ji 1993’iyan û vir ve ev pêvajo berdewam dike. Mirov nikare bêje ev pêvajoye ji Tirkiyeyê qutbûnekê çê bike. Ne pêvajoyekî hilweşandine, berevajiyê vê hewldanên avageriyê ne. Berê jî ev lêgerîn hebû lê bi taybet jî piştî 93’iyan bi diyalog, agirbest ev pêvajo berdewam dike. Ev 20 sal in ku Rêber Apo di bin naskirina mafên Kurdan û demokratîkbûna Tirkiyeyê de dixwaze pêvajoyeke nû bide destpêkirin. Bêguman di vir de gelek gav jî hatine avêtin. Pêşketina tevgera azadî li ser gelên Tirkiyeyê jî bandora xwe çêkiriye. Yanî hiştiye gel jî her tim di nava lêgerînekî de be.
Em dizanin ku di nava van 40 salan de bi dehan hikumet hatine ser hikûm lê ji ber ku guhertinek çênekirine mecbûr mane ku têk biçin. Mesela ev partiyên di bingeha komarê de cih girtine li hemberî kurdan şerên dijwar meşandine. Lê belê ji ber ku nikaribûn di nava xwe de guhertinek pêk bînin têkçûn. Niha jî mirov dikare bêje ev pêvajo berdewam dike. Niha bêguman pêvajoyeke nû destpê kiriye bi taybet jî di çend salên dawî de armanca tevgera azadiyê ya gelê Kurd avakirina komereke demokratîk û Kurdistanekê azad e. Li ser vê yekê têkoşîna xwe û hemû hewldanên xwe pêş dixe. Ev 14 sal in li Girêva Îmraliyê Rêber Apo ji bo demokratîkkirina komarê û naskirina mafên gelan di nava hewldanekî mezin de ye. Ev yek di paraznameyên xwe de da rûniştandin. Bi paraznameyên DMME paraznameya mirovê azad û bi taybet jî 5 paraznameyên dawî nexşeya rê ya demokratîkbûna komarê destnîşan kir. Hewldanên tevgera azadiyê hewldanekê di astekî bilind de ye. Aliyên wê yê rêxistinî, siyasî, îdeolojik, civakî, aborî hene. Civakekî demokratîk, komarekî demokratîk û Kurdistaneke azad çawa pêk were hemû pîvanên wê, perspektîfên wê hatine diyarkirin.

Komara Demokratîk a bi hevkariya Kurd û Tirkan wê bandoreke çawa li Rojhilata Navîn bike?

Rêber Apo di manîfestoya xwe ya 21’ê Adarê Newroza 2013’an de banga pêvajoyekê nû kir û ev got: avakirina rizgariya demokratîk û jiyana azad. Dîsa Rêber Apo got ku em tifaqa hezar salan nûjen dikin. Û di wir de xaleke dîrokî destnîşan kir: Behsa mîsakî millî kir yanî ji nû ve misakî milî yanî nûjenkirina wê da pêş. Misak-i Milî statuya beriya avakirina komarê ye. Beriya avakirina komarê di nava gelan de sînor tine bû. Kurdistan beriya vê ne çar perçe bû. Di nava gelên herêmê de têkiliyekê li ser esasê dan û standinê de hebû. Niha jî em dibêjin em vê pêş bixin nûjen bikin, di navbera gelên Kurdistanê û Tirkiyeyê de lihevhatinekê çêbibe. Lihevhatinekê bi rûmet, aştiyeke watedar û rastî pêş bikeve. Ev model ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn dikare pêk were.
Perspektîfên tevgera azadî û Rêber Apo ew e ku  di Rojhilata Navîn de her gelek her rengek her zanistek her baweriyek li ser vê axê bi şêwazekî azad û demokratîk bijî. Demokrasî jî ev e. Eger ev model ji bo şerê di navbera gelê Kurd û dewleta Tirkeyeyê de bi dawî bibe çareseriyek bi xwe re bîne, dikare ji bo gelên din jî bibe model. Li Rojhilata navîn ji sala 2011’an ve  bi navê bihara gelan ji Tunisê tevgerek dest pê kir. Lê ev tevger mixabin bihara gelan bi xwe re neanî. Li Libya, Misire niha jî li Suriyeyê şerê cihanê yê sêyemîn tê jiyîn. Armanca wê çiye dixwazin carekî din li gorî berjewendiyên xwe şêwazekî bidin Rojhilata Navîn. Dixwazin çanda gelan, çanda dayikê çanda komînal a hezar salan rakin. Dixwazin hin tiştan ji jor ve li ser gelan ferz bikin. Lê Rojhilata Navîn jî xwedî çand û bingehekê  dewlemend û qedîm e. Zanisteke xwe ya bingehîn heye. Ji bo vê ne mimkûne ku ve bi ser bixînin.

Ji aliyê tevgera gelê Kurd ve pêvajoyeke nû aştî û çareseriyê hate destpêkirin. Ji bo demokratîbûna Tirkiyeyê di vê pêvajoyê de gavên sereke çi ne?
Piştî pêvajoya çareseriyê destpêkir, ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê Rêber Apo 8 komîsyon pêşniyar kirin. Ji van komîsyonan komisyona herî giring jî komîsyona Misak-i Milî ye. Ji bo vê divê komîsyona Misak-i Milî were guncawkirin. Di dema ku Rêber Apo di 21’ê Adarê de pêvajoyek nû da destpêkirin şer rawestand û pêngava demokrasî û aştiyê pêş ket. Lê di demekê weha de dewleta Tirk di dewsa ku gav biavêje, di nava gelan de nakokiyan zêdetir dike. Weke mînak, di Rojavayê Kurdistanê de pişta komên çete yên wekî Eniya El Nûsra girt. Ev jî têr nekir,  niha di seranserî sînoran dixwaze dîwaran ava bike. Yanî ev berovajîkirina pêvajoya çareseriyê ye. Di şûna ku sînoran rakin û gav biavêjin, di navbera gelê Kurd, Erep, Faris, Tirk de diwarekî çêdikin. Ev yek berevajî rihê demokratîkkirina civak û komarê ye. Dewleta Tirk niha di gotin de qala demokrasiyê dike, lê di kiryar de nijadperest e û kiryarê faşîzm û dijdemokratîk dixe dewre. Hemû gel û jin û civak û ol înkar kirine.
Li hemberî vê bi asta ku tevgera azadiya Kurd gihaştiye û daye avakirin di 90 saliya komarê de bûye hêza herî mezin ya guherînê. Di 90’emîn salvegera avakirina komara Tirkiyê de divê dewleta Tirk li hemberî îmha û înkara li dijî gelan û polîtîkayên dijdemokratîk rexnedayînekê bide. Li ser gelê Kurd, gelê Ermenî û gelên din komkujî hatine meşandin. Divê berî her tiştî li xwe mikûr were û li hemberî van kiriyar û sûcên mirovahiyê yên li dijî gelan lêborînê bixwaze, bi rastiya dîrokê re ri bû ri bibe. Eger li rastiya xwe bizivire dikare gavên nû biavêje û bingeha demokrasiyeke xurt deyne, komareke demokratîk saz bike. Bi nêzîkatiyeke rast, samîmî û li gorî berjewendiyên gelan ev mimkûn e.  Ev jî dikare bi aştiyeke bi rûmet, bi lihevhatinekê gelê Kurd û hemû gelên bindest pêk were.

ANF/ BEHDÎNAN