Divê dîlên siyasî bên berdan
Rêxistinên HDP ên bajaran têkildarî çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD’ê û Parlamentera HDP’ê Leyla Guven û biryara DMME’yê ya ji bo Selahattîn Demîrtaş li gelek navendan daxuyanî dan çapemeniyê. Di daxuyaniyan de hat xwestin di serî de Guven û Demîrtaş û hemû girtiyên siyasî bên berdan.
Di serî de li Amed, Wan, Êlih, Colemêrg, Mûş, Bedlîs, Enqere, Edene, Mêrsîn, Hatay, Îzmîr, Stenbol û li gelek navendên din parlamenter, nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl û nûnerên rêxistinên kedê piştgirî dan daxuyaniyên çapemeniyê.
‘Li biryara xwe xwedî derkevin’
Metna daxuyaniyê ku ji rêxistinên bajaran re hat şandin wiha ye: “DMME xwest Hevserokê me yê berê Selahattîn Demîrtaş tavilê bê berdan. Bi biryara DMME’yê re carek din derket holê ku girtina Birêz Demîrtaş, parlamenter,hevşaredar û hemû rêveber û endamên me biryarek siyasî ye.
Vîna milyonan girtine
Piştî biryara DMME Serokê Giştî yê AKP’ê Erdogan daxuyaniya “biryar me eleqedar nake” da. Daxuyaniya Erdogan di asta ku divê Tirkiye hem li Konseya Ewrûpa û hem jî li DMME’yê de di qada siyasetê de bihejiyaya.Her wiha wîjdanê civakê jî li bendê ye biryar bê cih. Divê hêza tu kesî tune be ku mudaxeleyî darazê bike.
Divê daraz demildest biryara DMME’yê bîne cih. Pêwîste di serî de Birêz Demîrtaş û hemû parlamenterên me û hilbijêrên bi vîna milyonan kes ku bi awayek bêhiqûqî di girtîgehan de dîl tên girtin bên berdan.” AMED