ÎBRAHÎM ÊZÎDÎ / ROJNEWS/ŞENGAL

 

Endamê Rêveberiya PADÊ’ê Qehtan Elî destnîşan kir ku ji bo hilbijartinên Herêma Kurdistanê li ser navê Êzîdiyan namzet hatine nîşandan, lê ew nûnertiya Êzîdiyan nakin û got; “Kotaya ku mafê Êzîdiyan e jî nehatiye dayîn. Li pêşiya me hilbijartinên parêzgehan hene, divê partiyên Êzîdiyan bibin yek.”

Rêveberê Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzîdiyan (PADÊ) Qehtan Elî derbarê hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê ku wê di 30’ê Îlonê de pêk werin û temsîliyeta Êzîdiyan de xivî.

Qehten Elî bibîr xist ku li Herêma Kurdistanê Êzdayetî jî wekî baweriyek hatiye qebûlkirin, lewma diviya bû di hilbijartinan de mafê kotayê ji bo Êzîdiyan jî bihata dayîn, lê ev maf nehatiye dayîn.

Meclîsa Ruhanî jî xemsar e

Qehtan Elî anî ziman ku Meclîsa Ruhanî ya Êzîdiyan jî di vê mijarê gelekî xemsar e û got: “Erka xwe bicîh nayîne. Tişta ku ji Meclîsa Ruhanî tê xwestin xizmeta gel e, lê viya nake.”

Qehtan Elî destnîşan kir ku kesên bi îdîaya nûnertiya Êzîdiyan tevdigerin, êş û azarên civakê nas nakin û got ku ji bo hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê jî li ser navê Êzîdiyan hinek namzet hatine diyarkirin, lê tu eleqeya wan bi Êzîdiyan re nîne

Qehtan got ku bi vî rengî tê xwestin dengê gelê Êzîdî perçe û belav bikin. Qehtan Elî diyar kir ku divê gelê Êzîdî û partiyên nûnertiya wan dikin van rastiyan baş bibîn, ligorî helwest nîşan bidin û wiha dom kir: “Niha li pêşiya me hilbijartinên Meclîsên Parêzgehan jî hene. em ji çar partiyên ku xwe wekî nûnerên Êzîdiyan didin nîşandan  dixwazin ku bibin yek, bi yek îradeyê tevlî van hilbijartinan bibin ku mafê gelê Êzîdî bidest bixin.”