Tevahiya ked û hewla Zekî Şengalê ji bo yekîtiya Êzîdxanê, erda wê, dîn û rûmeta wê bû. Birayê min jiyana li Ewrûpa qebûl nekir. Wî digot, ‘Êzîdî ne azad in, civaka min ne azad e’.

 

MURAT MANG / BIELEFELD

Li bajarê Elmanyayê Bielefeldê, ji bo endamê Meclîsa Koordînasyona Civakî ya Êzîdiyan Zekî Şengalî taziye hat danîn. Di axaftinên dema çalakiyê de hat gotin dilsoziya bi bibîranîna şehîdan û Mam Zekî re bi yekîtiyê dibe.

Li çalakiya bibîranînê ya ku 26´ê Tebaxê li Mala Êzîdiyan a Bielefeldê hat organîzekirin, xwişka Mam Zekî Xezal, biraziyên wî Hasan Ozden, Ahmet Ozden, xizmên din ên Mam Zekî, Meclîsên Êzîdiyan ên Gundan, Kaniya Spî, Yekîtiya Ciwanîn Êzîdî, YNK , Yekîtiya Akademîsyenên Êzîdî, Yekîtiya Êzîdiyên Sûriyê, Çira TV, nûnerên Mizgefta Şêx Seîd a Bielefeldê, jinên Elewî û bi sedan Êzîdî beşdar bûn.

Di axaftinên di dema taziye û bibîranînê de hat xwestin ku şehadeta Mam Zekî bibe sedema yekîtiya Êzîdiyan. Di bibîranîn de soz hat dayîn ku ew ê xwedî li rê û doza Mam Zekî û şehîdên azadiyê derkevin.

 

Zekî Birayê hemû Kurdan bû

Xwişka Mam Zekî, Dayika Xezal di axaftina xwe de got, Mam Zekî, bi felsefeya Rêber Apo bûye Mam Zekî: “Bila birayê min min efû bike. Min nekarî soza min dayî wî bigirim. Beriya bi 35 salan ji min re gotibû, heger ez şehîd bibim, reş li xwe neke, şînê neke. Negirî. Lê min nekarî. Zekî birayê min bû, lê ew ne tenê birayê min bû, ew birayê hemû Kurdan bû.”

   

Dayika Xezal got, Mam Zekî şervanê Êzîdxanê ye, “Tevahiya ked û hewla wî ji bo yekîtiya Êzîdxanê, erda wê, dîn û rûmeta wê bû. Birayê min jiyana li Ewrûpa qebûl nekir. Wî digot, ‘Êzîdî ne azad in, civaka min ne azad e’. Wî dê ji bo Şengalê gelek tişt bikirana. Dema xwedî li doza wî dihat derketin, gelekî kêfa wî dihat. Wî gelekî hez ji aştî, azadî û yekîtiyê dikir. Wî digot, ‘Em nebin yek, ev ê civaka me xir abike, parçe bike’. Divê em ji dil û bi fikr bibin yek. Tenê wiha daxwaza Zekî wê pêk were.”

Biraziyê Mam Zekî, Hesen Ozden jî piştî ku ji bo bibîranîn û xwedîderketina apê xwe malavahiya haziran kir, got, “15´ê Tebaxê ji bo me rojeke dîrokî bû. Ji bo gelê Kurd roja serhildanê bû. Ha wê rojê, dewleta Tirk û hevkarên wê Mam Zekî kirin armanca êrişên xwe.

Mam Zekî wê rojê li Koço du malbatên ne li hev, li hev anîbûn. Ha ev mezinahiya wî bû. Di her aaftina xwe de wî behsa yekîtiyê dikir. Wî digot, ‘Heger em nebin yek, timî em ê rastî fermanan bên.’ Îro dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê, bi alîkariya PDK´ê bi çeteyan dixwaze çi bike? Li dijî me fermanên nû plan dike.

Weke malbata wî, em ê xwedî li doza Mam Zekî derkevin, em ê layiqî wî bin. Bi vê minasebetê em bang li Şêx, Pîr,Feqîr û Pêşîmamên me dikim, rabin, pêşengiyê li civaka xwe bikin.”

 

Saziyan jî peyama yekîtiyê da

Nûnerên hemû saziyên li hola bibîranînê amade jî derketin ser dikê, peyama sersaxiyê û dilsoziyê dan. Di peyaman de hêmana derketî pêş ew bû ku ti rêyeke din li ber Êzîdiyan nîne ji bilî yekîtiyê.

Gernus Birahîm (Mala Êzîdiyan Bielefeld):

   

Dijmin nikare pêşiyê li me bigire ku em bigihijin mirada xwe.

Aslan Kızılhan (Yekîtiya Akademîsyenên Êzîdî):

   

Mam Zekî çû Çengalê, ji bo parastina Êzîdxanê artêşa şervanan damezrand, li dijî DAIŞ´ê şer kir. Şehadeta wî erkeke mezin da ser milê me hemûyan. Divê em xwedî li doza Êzîdxanê derkevin.

Feremez Xerîbo (Kaniya Spî): Şehadeta Mam Zekî dewama fermanan e. Li efrînê ferman dewam dike. Naxwazin Êzîdî bibin yek.

Rêzan Demir (Çıra TV):

   

Hin mirov navê xwe bi tîpên zêrîn li dîrokê dinivîsin. Mam Zekî yek ji wan e. Em bi dîroka xiyanetê jî dizanin. Xiyanet wê ti carî bi ser nekeve. Ya ku wê bi ser keve lehengî ye. Ev civak wê xwedî li lehengan derkeve. Em ê xwedî li xewnên Mam Zekî derkevin û li ser rê û doza wî bimeşin.