Miriam Miranda: Kêşeyên niha heyî ne ekonomîk, siyasî yan jî krîza jiyanê ye, ew bi temamî krîzên  şaristaniyê ne. Heger em îro dixwazin ku bi awayekî din bijîn divê em alternatifa xwe ava bikin. Divê em pergalekê çêkin ku cihê me hemûyan tê de hebe û ji ya pergalên halî hazir paqijtir be.

Li Frankfûrta Elmanyayê ji çar parzemînan bi qasî 500 jin li hev civiyan. Li Studierendenhaus a zaningeha Goethe ya Frankfûrtê bi ser nivîsa ‘Şoreşa di merheleya çêkirinê de’(Revolution in the Making) konferans hate lidarxistin. Di destpêka konferansê de ji gelên cîhanê gelek beşdarên cihêreng, di nava wan de ji kesên ji Îspanya, Arjantîn, Efxanistan, Meksîka, Afrîka, Honduras, Tamîl û Emerîkî û her wiha ji bawerî û temenên cihê hebûn, yek bi yek derketin ser dikê û bi zimanên xwe; û hinan bi cilûbergên xwe yên gelerî konferans bi dilgermî silav kir û peyamên berxwedanê dan. Paşê bi sembolîzekirina yekîtiya jinên cîhanê beşdaran destên hev girtin û xelek çêkirin. Gava jin bi sloganên ‘Jin Jiyan Azadî’ û nîşaneyên serkeftinê ji dikê dadiketin kesên beşdar jî xwe li ber vê coşê negirt lewma bi çepik û sloganan tevlî çoşa wan jinan bûn.

 

Fersendên mezin li ber me ne

Yek ji amadekarên konferansê û edama Tevgera Jinên Kurd a Ewrûpayê Dîber Aydin axaftinan vekirina konferansê kir. Aydin anî ziman ku konferans encama xebateke kolektîf e û qala armanca lidarxistina konferansê kir. Aydin bal kişande ser krîzên pergalên halîhazir û îşaret pê kir ku ev krîz ji bo azadiya jinê fersendên mezin didin.

 

Tevgera jinê heta niha qet evqasî bi hêz nebûbû

Piştî axaftina vekirinê danişîna pêşî bi sernavê “Krîza baviksalariyê û şerê wê yê sîstematîk ê li dijî jinê” bi moderatoriya rojnamevan-nivîskar Debbie Bookchin û beşdariya aktîvîsta Hondurasî Miriam Miranda, nivîskara femînîst Claudia Korol û civaknas Nazan Ustundag bi rê ve çû.

Boockhin anî zimên ku, ew di serdemekê de dijîn ku nijad û zayendperestî serdest in û got: “Tevgera jinê heta niha qet evqasî bi hêz nebûbû. Heger em dixwazin dinyayeke femînîst û ekolojîk ava bikin divê em berxwedana xwe li dijî kapîtalîzmê geş bikin.”

 

Mirov tenê ji hejmarê pê ye

Axaftvana pêşî bi sernivîsa “Lûtkeya pergela baviksalariyê:Dijminatiya Kapîtalîzmê ya li dijî jinê” Miranda, pîrozbahî li Tevgera Kurdên Jin kir ku bûne wesîle ev konferans li dar bikevin. Paşê got: “Kêşeyên niha heyî ne ekonomîk, siyasî ya jî krîza jiyanê ye, ew bi temamî krîzên  şaristaniyê ne. Heger em îro dixwazin ku bi awayekî din bijîn divê em alternatifa xwe ava bikin. Divê em pergalekê çêkin ku cihê me hemûyan tê de hebe û ji ya pergalên halî hazir paqijtir be.“

  [gallery ids="135182,135181,135180,135179,135178,135170,135171,135172,135173,135174,135175,135176,135177,135169,135168,135167,135166,135165"]  

Heta bi êrîşî bedenên me jî kirin

Nivîskara Femînîst Claudia Korol behsa dijwariya dagirkeriya pergala baviksalar a li welatê xwe kir û got:“Heta bi êrîşî çiya, av, robar, daristan, nasname, fikr û bedenên me jî kirin. Mêhtingerî û dagirkerî hîn jî didome.“

 

Ji bo herkesî avakirina dinyayeke aştiyane

Korol anî zimên ku ew weke gelê Zapatista dixwazin ji bo herkesî dinyayeke aştiyane ava bikin û behsa jinên qetilkirî yên parazvanê mafê jiyanê kir. Pê re jî Berta Caceres, Sakine Cansız ve Roza Luxemburg bi bîr anîn û got:“Jinan dikujin lê nikarin têkoşîna me têk bibin. Em li dijî vê pergalê xwe birêxistin dikin, em nahêlin ev pergal têsîrê li me bike. Divê em bedenên xwe bi axên xwe re bikin yek û têbikoşin.“

 

Şer û nakokî bingeh bûne

Roja duyemîn a konferansê de bi rûniştina ‘Ji Fîsê heta Kobanê, ji Minbîcê heta Reqayê têkoşîna azadiyê ya jinan’ dest pê kir.

Di vê danişînê de pêşkêşiyên li ser ‘Felsefeya li ser têkbirina pergala baviksalar’, ‘Felsefeya avakirina pergala konfederal a jinan’ hate kirin.

Moderatoriya rûniştinê ji aliyê Rahîla Gûpta hate kirin. Gûpta peyama ‘Tifaqa jinan a aştî ji Kurdistanê re’ xwend û di peyamê de bal hate kişandin ser şoreşa jinan a Rojava.

Li ser navê Komîteya Ewrûpayê ya Jineolojiyê Haskar Kirmizigul jî diyar kir ku têkoşîna azadiyê ya jinan 40 sal in didome û ji avabûna PKK’ê heta niha jin di nav têkoşînê de ne û got: “Di pêşveçûna têkoşîna azadiyê ya jinên Kurd de nakokî û şer bûye bingeh.”

 

Jin bi rola xwe radibe

Berdevka Kongreya Star Avîn Sweed a ku ji Rojava tevlî konferansê bû diyar kir ku jinên Kurd ji bo azadî û nasnameya xwe têdikoşin û bal kişand ser binpêkirinên li ser jinan.

Sweed diyar kir ku li Rojava jin xwerêveberiyê bi rê ve dibin û jin di hemû qadan de rola xwe bi cih tînin.

 

Berxwedan bi ser ket

Hevseroka Meclîsa Gel a Reqayê Khawla El-Îsa Ahlamûd jî qala demên di bin serweriya DAÎŞ’ê de kir. Ahlamûd diyar kir ku jin wekî objeya zayendî dihatin dîtin û got: “Li hemberî van êrîşên DAÎŞ’ê min di nav xebatên rêxistinkirina jinan de cih girt.Ez ji bo rêxistinkirina jinan têkoşiyam. Min jin perwerde kir û min jin li dijî DAÎŞ’ê birêxistin kir.” Ahlamûd diyar kir ku divê ew vegerin jiyana komunal û bal kişand ser nirxên sosyalîzmê.

 

Ji bo rêxistinkirinê model

Hevseroka Konseya Rêvebir a Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê Foza Yûsif jî têkildarî awayê rêxistinkirina jinan a li Rojava agahî da. Yûsif diyar kir ku akademî hatine avakirin û got ku, “Li ser bîra civakî em gelekî sekinîn. Me akademiyên jinê û akademiyên civakî ava kir. Me dît ku divê mêr jî werin perwerdekirin. Yek ji meseleya ku em li ser wê sekinîn jî rêxistinkirina civakê bû. Ji ber vê jî komun û meclîsên gundan hatin avakirin. Her komun li gorî pergala hevseroktiyê dixebite û di heman demê de li ser rêxistinkirina jinan jî tê sekinandin. Di hemû xebatan de pergala xweser a jinan jî heye.”

 

NAVENDA NÛÇEYAN