Endamê Partiya Sosyalîst yê Parlamentoya Îrlandayê û endamê Parlamentoya berê ya Ewropayê Paul Murphy, geşedanên li herêmê û Rojhilata Navîn nirxand. Murphy, ji ber di berxwedana rojnameyê de cih girt, li Girtîgeha Îsraîlê hat girtin. Dîsa ji ber beşdarî berxwedana Gezî bû, wekî şoreşgerekî enternasyonalist tê zanîn. Di heman demê de geşedanên Rojhilata Navîn jî ji nêzîk ve dişopine. 



Têkoşîn hat berovajîkirin

Murphy, destnîşan kir ku geşedanên li Rojhilata Navîn ên wekî Bahara Ereban, Berxwedana Gezî û Şoreşa Rojava bûn hêviya milyonan karker, kedkar, ciwanên herêmê û rê li pêşiya serhildana li dijî pergala metîngerî û tîranê ya Efrîqaya Bakur û Rojhilata Navîn vekiriye. 

Murphy, da zanîn ku bi taybetî geşedanên li erdnîgariya Ereban ên wekî „Lêgerîna mafan“ û piştre vegeriya mecraya „Têkoşîna Komên Dij-Şoreşger“ û wiha got: „Niha Dij Şoreş bi formên cuda li Iraq, Libya, Yemen û Suriyê xwe dide nîşandan. Ev jî dibe sedem ku hêza şoreşger ji nûve xwe bide der. 



DAIŞ encama polîtîkayên herêmê ye

Murphy, destnîşan kir ku derketina DAIŞ‘ê encama polîtîkayên DYA û Iraqê yên li ser herêmê pêk tîne ye û wiha got: „Komên emperyalîst, hevkarên xwe li herêmê bi çek dike û bi agir dilîzin. DAIŞ berhemê hêza emperyalîzmê ye. Lîstikek wisa xapînok û veşartî çêkirine ku her kes jê zerarê bibîne. Ji ber vê yekê kirîza kapîtalîst li Rojhilata Navîn, Efrîqaya Bakur û Ewropayê bi milyonan ciwan bê hêvî hiştiye. 


Murphy, daxuyand ku mirov ji êrîşên terorîstê ditirsin û li ser mijarên Sûrî, Pirsgirêka Kurd û DAIŞ‘ê ev nirxandin kir: „Çepgirên Ewropayê an berê xwe didin Emperyalîzmê an jî Merhametê nîşanî DAIŞ‘ê didin. Bertekên Çepgirên Ewropa ne zelal in. Divê Çepgirên Ewropayê helwesta xwe li hemberî DAIŞ‘ê zelal bike. Dewletên emperyalist wekî li dijî DAIŞ’ê xuya dibin, lê li dijî komên wekî DAIŞ‘ê jî bêdeng dimînin.“ 



Qadên ku YPG’ê azad kirine heviyê dide’

Murphy, da zanîn ku bi taybetî cihê ku jin di nava têkoşina YPG’ê de cih digirin, bêtir hevî û baweriyê dide mirovan û ji bo şervanên Cîhadê jî ew qas tirsê ava dike û wiha berdewam kir: „Di dîaspora kurdan de ji bo komên çepgir, ciwan û kesên teqawît, berxwedana Kobanê bûye çavkaniya hêzê û serkeftina YPG’ê ya li dijî DAIŞ’ê ew hêza DAIŞ‘ê ku pir mezin dida xuyakirin, belav kir û aşkere kir ku DAIŞ ne hêza ku têk neçe ye.“ 

Murphy, derbirî ku ji bilî PYD û artêşa wê YPG û YPJ’ê gelek hêzên din ên leşkerî hene û ji bilî YPG-YPJ’ê tu hêzên din baweriyê nade wan û wiha li axaftina xwe zêde kir: „Arteşa Sûriye ya Azad, bermahiyên pûç û xera be ne. Di pêşengiya DYA’yê de 62 welat li dijî DAIŞ’ê rabûn. 



Em helwesta li dijî PYD’ê red bikin

Murphy, heri dawî xwest ku her kes helwesta Tirkiye ya li dijî PYD’ê jî red bike û destûr nede ku rê li pêş vê yekê bê vekirin. wiha axivî: „Li Rojava kantonên bûne xwedî tecrûbe hene. Ev pêngava ji ku kurd karibin xwe bi rêve bibin tecrûbe û avantajek e. Ji bo çareseriyê divê hêzên kapitalizmê nekeve meriyetê. 

Divê têkoşîna girseya Rojava ya li ser aboriyê jî pêş bikeve. Ji ber vê yekê divê hemû ax bibe malê civakê. Divê projeyek sosyalîst bê avakirin. Divê bi taybetî dewletên cîran ên wekî Îran, Iraq û Tirkiye jî teşwîkî vê yekê bê kirin û piştgiriyê bidin vê projeyê. Murphy, herî dawî şerê li dijî PKK’ê jî rexne kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: „Li şûna êrîşî DAIŞ‘ê bikin, êrîşî  


 ENQERE