8’ê Adarê Roja Têkoşîna Jinan a Cihanî li bajarê Rûsyayê Saratovê bi şahiyekê hate pîrozkirin.
Li navçeya Yerşovê ya Saratovê ya Federasyona Rûsyayê bi pêşengiya Tevgera Jinên Kurd a Rûsyayê 8’ê Adarê hate pîrozkirin.
Rêvebera Tevgera Jinên Kurd a Rûsyayê, Medya Cûdî di şahiyê de got, “Jin pêşengiya têkoşîna li Kurdistanê dikin. Têkoşîna ku bi îradeya jinan tê kirin, roj bi roj xurttir dibe. Divê em zêdetir piştgiriyê bidin grevên birçîbûnê yên ku Leyla Guven pêşengiya wan dike. Jin bi têkoşîna xwe dikarin îradeya xwe ava bikin. Em bang li hemû jinan dikin ku ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, têkoşîna xwe xurttir bikin.” Piştî axaftina Cûdî, nûnerên saziyên jinan jî axivîn. Jinên ku tevlî şahiyê bûn li ber muzîka Berfîn Mamedova û hunermendên herêmî govend gerandin.
ANF / MOSKOV