Şaxa KURDÎ-DER’a Sêrtê di çerçeveya pîrozbahiha 15’ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî de li pêş avahiya Şaxa ÎHD’ê a Sêrtê de daxuyaniyekî çapemeniyê a bi girseyî li darxist. Di daxuyaniya çapemeniyê de Hevserokê Şaxa KURDÎ-DER’ê yê Sêrtê Halîl Kaya, MAPER, TUHAD-DER, MKM, ÎHD, Meclisa Dayikên Aştiyê, Navenda Piştgiriya Jinana a Berfîn, rêveberên KESK’ê, rêveberên BDP’ê yên navçe û bajarên Sêrtê, Hevserokên Şaredariya Sêrtê Belkîza Beştaş Epozdemîr, Siyasetmedarê Kurd Selîm Sadak, endmaên Komeleya Xwendekarên Demokratîk yên Botanê û gelek kes tevlî bûn.

Di daxuyaniyê de pankartên bi nivîsa, “15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî pîroz be” û “Bi zimanê azad, ber bi nasnameya azad ve” hatin vekirin û dovîzên kes, sor û zer yên bi nivîsên, “şêrîn û xweşe zimanê Kurdî”, “Ziman giyanê hebûna me ye” û “Q,W,X” hatin hildan.
Hevserokê Şaxa KURDÎ-DER’a Sêrtê Halîl Kaya di axaftina ku li vir kir de, yekem ji bo malbatên 282 karkerên ku di cinayeta kar a li Somayê de jiyana xwe ji dest dayîn sersaxî xwest. Kaya da diyar kirin ku hikûmeta AKP’ê û dewlet li hemberî mafê herî bingehîn yê Kurdan perwerdeya bi zimanê dayikê polîtikayên xwe yên înkar û helandinê dimeşîne.
Kaya da diyar kirin ku divê ku siyasetmedarên Kurd û hevserokên şaredariyan di mijara perwerda bi Kurdî û azadiyê de nemînin li benda dewletê û êdî divê xebatên xwe bi Kurdî bimeşînin.
Daxuyanî bi dirûşme û tîliliyan bi dawî bû.

SÊRT




Banga xwedîderketina li Kurdî
Komek ji rêxistinên civakî yên sivîl ên li Swêdê kar dikin, bi wesîleya Cejna Zimane Kurdî daxuyaniyeke nivîskî weşandin û bang li Kurdan kirin ku xwedî li zimanê xwe derkevin, ji hêzên Kurdistan dagirkirine xwest hurmetê nîşanî zimanê gelê Kurd bidin û bang kirin ku astengiyên li pêşiya pêşveçûna zimanê Kurdî bên rakirin.
Komîteya Swêdê ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê, Navenda Demokratîk a Kurd li Stockholmê, Estîtuya Kurd li Stockholmê û Platforma Zagros daxuyaniyeke hevpar weşandin û bal kişandin ser girîngiya ziman ji bo pêşveçûn û parastina hebûna neteweyan. Rêxistinan diyar kirin ku gelê Kurd ji bo hebûna zimanê xwe salên dirêj têkoşiya ye û bi hezaran şehîd dane. Rêxistinan, ji bo pêşveçûna zimanê Kurdî bang kirin ku li her qada jiyanê zimanê Kurdî were bikaranîn.
Rêxistinên civakî yên sivîl bibîr xistin ku înkar û qedexekirina zimanên dayikê sûcekî li dijî mirovahiyê ye û banga "Astengiyên li pêşiya zimanê Kurdî rakin û mîna zimanê xwe hurmetê nîşanî vî zimanî bidin. Di destûrên xwe yên bingehîn de astengiyên li pêşiya Kurdî rakirin" li hêzên dagirker ên li Kurdistanê kirin.  

 STOCKHOLM