Hevberdevkê HDP´ê: Heger em ji sedî 13 ta 15´ê dengan bistînin, hingê pirraniya AKP/MHP´ê li parlamenê namîne, bi ser de jî di hilbijartina serokkomar de jî bi bin dikevin û muhtemel e ku di tûra yekem de jî têk biçin.

RIZA AYDOGDU/ NİHAL BAYRAM / FRANKFURT / WIESBADEN

Li parlamena eyaleta Hessenê ya Elmanyayê ku li bajarê Wiesbadenê ye, pêr nûnerên HDP´ê li Elmanyayê û nûnerên Partiya Çep a Elman (Die Linke) li ser mijara hilbijartinên zordets ên li Tirkiyeyê civiyan. Hevnûnerê HDP´a Elmanyayê Sînan Onal û akademîsyena aştiyê Nazan Ustundag, bi seroka fraksiyona Partiya Çep a li parlamena eyaletê parlamenter Janine Wissler, serokê rêxistia Partiya Çep a Hessenê Jan Schalauske û Midûrê Giştî yê Parlamenter ê Partiya Çep li hessenê Hermann Schauss û nûnerên partiyên din ên li parlamenê beşdarî civînê bûn.

Pêr êvarê her weha li Halkeviya bajarê Frankfurtê jî li ser mijara HDP´ê panelek hat organîzekirin.

Heyet wê 24 Hezîranê li Tirkiyeyê be

Li ser navê Partiya Çep Jan Schalausske peyivî û got, ew heyranî biryardariya HDP´ê ne û got li ser banga wezîrê Ewrûpa yê eyaleta Hessenê ku ji partiya Xirsitiyan Demokrat CDU´yê ye, ew ê weke Die Linke, 24 Hezîranê bi heyetekê biçin Tirkiyeyê.

Nazan Ustundag jî rexne li daxuyaniyên Partiya Sosyal Demokrat a Elman (SPD) girtin ku dibêje, “Li wir mirov nikarin zêde tiştan bikin, ji ber ku pirraniya Tirkiyeyê Erdogan dixwaze”, û got, ev nirxand rastiyê îfade nake. Wê ji heyetên ku wê biçin Tirkiyeyê xwest ku tavilê çavdêriyên xwe û encamên wan bi raya giştî re parve bikin.

Hevnûnerê HDP´ê Sînan Onal jî êrişên li dijî Qendîlê bi bîr xistin û got, ev ji bo xapandina raya giştî tê kirin. Piştî civînê Nazan Ustundag û Sînan Onal tevî heyetê çûn serdana konsolosxaneyên Mainz û Frankfurtê da ku hewaya hilbijartinan bişopînin.

Hikûmeta Elman destekê dide êrişan

Êvara vê rojê, li bajarê Frankfurtê li Halkeviyê bi navê „Beriya hilbijartinan Tirkiye: Ji rawestandina Erdogan çi şensê mixalefetê heye?” panelek hat lidarxistin. Nivîskarê me yê quncikê Murat Çakir moderatoriya panelê kir ku Ustundag, Onal û berdevkê koma Partiya Çep li parlamena Hessenê Jan Schalauske têde qiseker bûn.

Jan Schalausske, bi bîr xist ku hikûmeta Elman hîna sîlehan ji tirkiyeyê re dişîne, êrişên van rojan ên li dijî Qendîlê ji aliyê hikûmeta Elman ve nayên şermezarkirin û heta berevajî vê bi taktîkên eskerî ew tê destekkirin.

Xweragirtina li temaşekirina mirinê

Paşê akademîsyen Nazan Ustundag peyivî û got, ev hilbijartinên zordest ji rewşakirina dîktatoriyê hatibûn sêwirandin, lê piştî ku gelên Tirkiyeyê xwedî lê derketin, veguheriye hilbijartineke bi rastî. Ustundag got, gel êdî ew xweragirtina li temaşekirina bedenên tazî, miriyên li ser rêyan hiştî yên ku zindî hatine şewitandin, êdî li pey xwe hiştiye.

HDP wê tifaqan xira bike

Sînan Onal jî got: “24´ê Hezîranê heger em ji sedî 10 yan jî 11´ê dengan bistînin, pirraniya AKP´ê li parlamenê wê nemîne û (Erdogan) bi tena serê xwe jî serokdewlet nayê bijartin. Heger em ji sedî 13 ta 15´ê dengan bistînin, hingê pirraniya AKP/MHP´ê li parlamenê namîne, bi ser de jî di hilbijartina serokkomar de jî bi bin dikevin û muhtemel e ku di tûra yekem de jî têk biçin.