Pervîn Buldan: Birêz Ocalan bi sekna xwe ya aştiyê komploya navdewletî ya 9’ê Cotmehê xera kir. Lê niha bi tecrîdê komplo dewam dike. Ji ber vê yekê divê teqez em tecrîdê bişkînin.
Hevseroka Giştî ya HDP’ê, Pervîn Buldan di civîna koma partiya xwe de bûyerên hefteyê nirxandin. Buldan, diyar kir ku AKP ji ber ku ji HDP’ê ditirse ew qas êrişan dike û got, “Îqtîdara AKP’ê li hundir dîlgirtin û tecrîdê bi pêş dixe, li derve jî şer bi pêş dixe. Ji ber ku têk çûye bi polîs û eskerên xwe bi HDP’ê re şer dike. Heger hêza wê hebe bila bi siyasetê bi me re şer bike. Ji ber ku Birêz Ocalan ji bo yekitiya gelan têdikoşe niha tecrîd didome. Divê teqez em vê tecrîdê bişkinin.”
Buldan got, 15’ê Cotmehê (pêr) weke 6’emîn salvegera avakirina HDP’ê ji bo gelê wan û partiya wan rojeke pirr girîng bû û li miletî pîroz kir.
Bi tecrîdê komplo dewam dike
Buldan bi xaftina xwe ya ji koma meclîsê ya partiya xwe re, bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha pêde çû: “Her dem me bawer kir ku em dê bi têkoşîna hevpar bi ser bikevin. Çawa di hilbijartinên 7’ê Hezîeranê û 24’ê Tîrmehê de em bi ser ketin, dîsa em dê bi ser bikevin. Birêz Ocalan pira di navbera galan de ye. Her tim ji bo yekîtiya gelan û aştiyê têkoşiya. Birêz Ocalan bi sekna xwe ya aştiyê komploya navdewletî ya 9’ê Cotmehê xera kir. Lê niha bi tecrîdê komplo dewam dike. Ji ber vê yekê divê teqez em tecrîdê bişkînin.
Çend rojên bihurî li Amed û Êlihê gelek hevalên me hatin binçavkirin. Hevserokên Partiya me yên Amed û Êlihê dîl hatin girtin. Em vê operasyonê şermezar dikin. Em dixwazin bi lez hevalên me yên girtî serbest bikin.”
Li ser zextan îradeya xwe û ya gel berxwedanê jî bi vê banga li dîktatorê Tirk Erdogan îfade kir: “Em li vir in Erdogan. Em bi ti deran de naçin. Li vî welatî edalet û dad tine. Di doza Keşe Brunson de dîsa hat dîtin. Çawa ku Brunson dîl hatibû girtin, Denîz Yucel jî dîl hatibû girtin. Em bang dikin û dibêjin werin, em navê Wezareta Dadê bikin Wezareta Dîlgirtinê. Heger dadgerî serbixwe bûya, çima Demîrtaş, Guven, Kişanak û Baluken girtî ne? Roja ku Keşe serbest berdan, gef li Rojhilatê Firatê xwar. Ji bo Kurd nebin xwediyê ax û destketiyan dijminantiya Kurdan dikin. Em dipirsin hûn çima dijminantiya Kurdan dikin.”
Buldan, êrişa li dijî Amedsporê jî şermezar kir û got, “Amedspor ne bi tenê ye. Ew ê her golan biavêje.”
AKP wê nemîne
Hevseroka HDP´ê Pervîn Buldan, gefên AKP’ê yên li dijî HDP’ê jî şermezar kirin û axaftina xwe wiha qedand: “Serokê AKP’ê HDP kir hedefa xwe û got ‘Em dê qeyûm tayîn bikin‘. Wisa difikire ku bi zext û tundiyan encamê bistîne. Lê xwe dixapînin. Ji mêj ve têk çûne. Ji ber vê yekê li şûna bi siyaseta xwe li dijî me têbikoşe, bi esker û polîsên xwe bi me re şer dike. Bi taybetî piştî krîza aborî, AKP wê zêde dengan winda dike. Li pişt HDP’ê jî milyon hene. Ev hêz mezintir dibe. Ji ber vê yekê, hêza we tune hûn HDP’ê ji meclîsê dûr bixin. Em dê bi hev re bibînin ku AKP dê bibe partiya tabela. Gelê Kurd gelê bi rûmet e. Ti carî rûyê wî reş nebûye û ti carî rûyê wî reş nabe. Ji ber vê yekê em dibêjin, ji rêkê ve HDP, ji rikê ve berxwedan. Em ti carî çong danaynin.”
MA/ENQERE