Êrîş şermezar kir
Serokwezîrê Herêma Federal a Kurdistanê Berhem Salih, bombardûmana ku bû kuştina 7 welatiyan bi awayekî tund şermezar kir. Berhem Salih, di malpera hikûmetê de daxuyaniyek nivîskî da û wiha axivî:“Di van topbaranan de welatî hatine kuştin û em şermezar dikin.“ Salih ji NY daxwaz kir ku ji bo ragirtina destdirêjiyên li ser sînorên herêmê rola xwe bilîze da ku ev êrîş rawestin. Behem Salih da zanîn ku ew naxwazin xaka welatê wan bibe cihê êrîşbirina ser welatên cîran û biheman awayê êrîş û bombardumanên welatên cîran jî ne cihê qebulkirinê ye. Salih, bilêv kir ku got pêwîste li gorî yasayên navnetewî bê tevgerandin û Salih daxwaz ji Tirkiyê û Îranê kir da ku êrîş û bombardumanên xwe yên ser axa Kurdistanê bidin rawestandin.
HEWLER
Ji Parlamenterên Kurdistanê şermezarî
Parlamentera Firaksiyona Goran Peyman Îzedîn û parlamentera listeya Kurdistan Geşa Dara Hefîd nerazîbûn nîşanî êrîşan dan û gotin ev pirsgirêk navnetewî ye. Ji parlamenteran Peyman Îzedîn, diyar kir ku derbazkirina sînoran li gorî qanûnê ne yasayî ye û wiha got: “Sînorên Herêma Federal a Kurdistanê ji aliyê dewleta Tirk û Îranê ve tên binpêkirin, bêguman gelek sedem hene li gorî min yek ji wan sedeman parastina dewlet bi xweye. Her dewletek sînorên xwe yên bejayî, avî û hewayî hene û li gorî qanûnên navnetewî tu dewlet nikare sinorê dewleta din derbas bike.” Peyman, da zanîn ku dema em li dîrokê binêrin bi sedema derbaskirina sînoran gelek şer çêbune û got ez wek parlamenterek nizanim ka bê jibo çi hukmeta navendî ya Iraqê û hikûmeta herêma Kurdistanê bêdeng e.
Peyman, balkişand ser bêdengiya hikûmeta Iraqê û Kurdistanê jî got hebûna her du hikûmetan jî di nava metirsiyê de ye û wiha dewamkir: “Rayedarên herêmê li hember topbaranê di nava nakokiyan dene, ev yek jî mirov dixe nava gumanê. Hikûmeta Iraqê dikare têkiliyên xwe yên bazirganiyê qut bike û sefîrên xwe ji wan dewletan bikşîne. Dewletên biyanî ji bo kuştina sê kesan dikevin nava liv û tevgeran lê yê me bêdengiya xwe diparêzin.“
Parlamentera Lîsteya Kurdistan Geşa Dara Hefîd, jî balkişand ser runiştandina Parlamentoya Kurdistanê û wiha got: “Me ji bo vê pirsgirêkê li parlamentoyê runiştin û hemu parlamenteran jî dan diyarkirin ku divê ev topbarankirin bê rawestandin û zerermendiya hemû gundiyên li wêderê bê dayîn.” Dara, da zanîn ku berpirsyariya sînor dibin kontrola hikûmeta navendî ya Iraqê deye. Geşa, daxuyand ku pêwîste li ser vê pirsgirêkê bê sekinandin û bi awayekî lez û bez pirsgirêk bê çareserkirin û hewldan berdewamin.
DÎHA– SILÊMANî
Ala Tirkiyeyê şewitandin
Dema cenazeyê 7 welatiyên ji aliyê balafirên Tirkiyeyê ve hatin kuştin ber bi goristanê rêkirin, li Qezayê Ranya Dergeha Serhildanê ya bi ser bajarê Silêmaniyê welatiyan ala Tirkiyeyê şewitandin.
7 kesên ji heman malbatê yên ku ji bo karê malbatî diçûn navçeya Ranyayê û di rê de bûn hedefa bombebarana balafirên tirk jiyana xwe ji dest dan. Piştre welatiyan cenazeyê 7 welatiyan rêkirine nexweşxaneya Pizîşkê Dadî ya Ranyayê. Herî dawî xizmên malbatê cenazeyan girtin û bi meşek girseyî cenaze ber bi Goristana Ranyayê birin. Di vê demê de hêzên Asayîşê ya Herêmê xwest gel bisekinîne ku li dijî Tirkiyeyê meş neyê kirin, lê nekaribûn rê li pêşiya nerazîbûnên gel bigirin. li Qezayê Ranya Dergeha Serhildanê ya bi ser bajarê Silêmaniyê her ku diçû hêrsa gel zêdetir dibû. Welatiyan wek şermezarkirina vî rewşê, ala Tirkiyeyê şewitandin.
SILÊMANÎ
Rojnamevan êrîş şermezar kirin
Bertekên li dijî operasyona dersînor bilind dibin. Rojnamevanên li Herêma Federal a Kurdistanê, nerazîbûnên xwe yên tund hember êrîşên Tirkiyê ya li ser axa Herêma Federal a Kurdistanê nîşandan û êrîşên Tirkiyê bi tundî şermezarkirin. Emer Hember, da diyarkirin ku derbazkirina sînorên Herêma Kurdistanê bi xwe binpêkirina xaka Kurdistanê ye û wiha dewamkir: “Êrîşên ji aliyê dewleta tirk ve tên kirin bi armanca tunekirinê yê, vê carê wekî ku her carek din bi temamî gundî tên hedef girtin û êrîşa bi tundî tê kirin. Em bang li hemû Kurdan kir û xwest bila hemû Kurd li hemberî van êrîşan bêdeng neminin.”
Rojnamevana bi navê Avan Caf jî, bi tundî êrîş şermezarkir û destnîşankir ku bi destpêkirina êrîş wek rojnamevanêk li hemberê êrîşê derketiye û şermezarkiriye. Caf, got pêwîste Kurd hemû yêk dengbin û ji bo bêdengiyarevêberiya herêmê ya Kurd xira bikin helwest nîşan bidin. Her wiha Caf diyar kir ku pêwîste li hember konsolosxaneyên Îran û Tirkiyê jî helwest bê nîşandan da ku ji bo çarêserî pêk bê. Herî dawî rojnamevan Hejar Enwer jî, êrîş şermezarkir û wiha dewamkir: “Artêşa Tirkiyê û komara Îslamî ya Îranê bi hinceta gerîlayên PKK û PJAK’ê êrîş dike bê guman ji rastiyê dure. Di van êrîşane de têne xelkê sivîl tên hedef girtin.“ Hejar, balkişand ser peyama revêberiya herêmê ya Kurd û got îro em dibinin gundiyên me bi xwe tên topbarankirinê re lê revêberiya herêmê ya Kurd bêdengê, divê parlamentoya Kurdistanê hemberî van topbaranan bêdeng nemînê.
DÎHA/HEWLER