Divê êrişên xwe rawestîne
Serokkomarê Iraqê Berhem Salih, ji ber êrişên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê nerazîbûna xwe nîşan da û got, “Divê dewleta Tirk êrişên xwe yên li dijî xaka Iraqê rawestîne.
Berhem Salih li Qesra Bexdayê ya li paytext Bexdayê bi sefîrên welatên Ereb re civiya. Têkildarî civînê Ofîsa Çapemeniyê ya Serokkomariyê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de weha tê gotin: “Serokkomar Berhem Salih di civînê de diyar kir ku pêwîst e, rêveberiya Enqereyê êrişên xwe yên li dijî xaka Iraqê tavilê rawestîne û divê binpêkirinên leşkerên Tirk bi dawî bike. Operasyonên mewzûbehs hem binpêkirina serweriya Iraqê ye, hem jî binpêkirina ewlehiya herêmê ye. Welatiyên bira û Komkara Erebî divê li hember binpêkirinên Tirkiyeyê yên li Iraqê didomin xwedî helwêst bin.”
Li gel vê nûnerên welatên Ereb jî eşkere kirin ku ew piştgiriyê didin hewldanên Iraqê yên têkildarî parastina serwerî û xaka xwe ya li hember mudaxeleyên derve.
NAVENDA NÛÇEYAN