Bêdengiya cîhanê û saziyên Ewropayê yên li pêşberî komkujiyên bi fermana Tayyîp Erdogan û AKP’ê li Bakurê Kurdistanê tên kirin, dewam dike.
Nûnerê HDP’ê yê Ewropayê Eyup Dorû ji ANF’ê re axivî û nerazîbûn nîşanî bêdengiya saziyên Ewropayê da. Dorû diyar kir, Parlamenta Ewropa (PE) têkildarî mijarê bi tenê daxuyaniyê dide û destnîşan kir, ku ev helwest samîmî nîne.
‘Divê PE heyetê bişîne’
Farûk Dorû da zanîn, Tirkiye peymanên navneteweyî tine dihesibîne û diyar kir, tevî ku terora AKP’ê ya li Sûr, Cizîr, Silopiya û tevahiya Bakurê Kurdistanê tê dîtin jî, saziyên Ewropayê ti pêkanînan li hemberî Tirkiyeyê naxin rojevê.
Dorû da xuyakirin, ku tevî Hevserokê xwe Selahattîn Demîrtaş weke HDP’ê wan heta niha li nava saziyên Yekîtiya Ewropayê gelek hevdîtin li ser mijarê kirine, belge û wêneyên komkujiyan pêşkêş kirine û got, “Dewleta Tirk mirovên sivîl li herêmê qetil dike. Tevî ku ev eşkere û li pêş çavan e jî, ji bilî daxuyaniyê Ewropa tiştekî nake. Ev yek li gorî me nakokî ye. Kurd êdî bi daxuyaniya naxapin. Divê di dema herî nêz de pêkanînên pratîkî bên kirin.”
Farûk Dorû diyar kir, divê heyetek ji Parlamenta Ewropayê di dema herî nêz de bi awayekî fermî biçe Kurdistanê û rewşa li wê derê bike rapor.
BRUKSEL