ÎBRAHÎM ÊZIDÎ / ROJNEWS/ŞENGAL
Berpirsê Têkiliyên Derve yê Rêveberiya Xweser ya Şengalê Faris Herbo derbarê serhildanên gel yên li Iraqê, xweseriya gelê Êzidî û danûstandinên wan yên bi rayedarên Iraqê re axivî.
Herbo di destpêka axaftina xwe de Cejna Êzî li civaka Êzidî hemûyî pîroz kir û xwest ku ev cejn bibe wesîleya tifaq û yekîtiya civaka Êzidî.
Gel dixwaze sîstem were guhertin
Herbo derbarê rewşa serhildanên gel yên li Iraqê got; “Serhildanên gel yên li Iraqê du meh li pey xwe hiştin. Daxwaza gel bi van serhildanan tenê pirsgirêkên xizmetguzariyê nîne. Gel dixwaze sîstema Iraqê ya heyî bê guhertin. Mixabin gelek welat ji vê rewşa bi aloz ya Iraqê sûd werdigirin. Iraq ji sala 2003’yan heta niha di rewşeke aloz de ye. Hin welat ji ber berjewendiyên xwe piştgiriyê didin serhildanan. Tevî ku serokwezîrê Iraqê îstifa kiriye jî lê hê serokwezîrekî nû nehatiye erkdar kirin. Rewşa Iraqê wê ber kuderê de biçe hê ne diyar e.”
Divê Êzidî yekdeng bin
Em li ser aloziya li Iraqê bi rayedarên Iraqê re di nava danustendinan de ne. Em dixwazin pêkhateyên Iraqê hemû di mijara çareseriya aloziya Iraqê de piştgiriyê bidin hev û pirsgirêkên heyî çareser bikin.
Weke gelê Êzidî divê em di mijara xweseriyê de xwedî yek dengî bin û daxwazên xwe yên hevpar pêşkêşî hikûmeta Iraqê bikin. Em ber bi guhertina destûra bingehîn ya Iraqê ve diçin. Divê Êzidî hemû ji Şêxan heta Başîka û Şengalê ji bo xweseriyê bixebitin. Divê Êzidî hemû li ser masekê rûnin û ji bo xizmeta civaka xwe nêrînên xwe bikin yek.”