Kerkûkî bal kişand li ser destkeftiyên di nava 24 salên derbasbûyî de hatine bi destxistin û wiha got; “Li Başûrê Kurdistanê şoreş pêk hat. Bi dehan şehîd dan ji bo di hikûmeta ku ya wan be û di bin sîwana wê de bijîn. Lê mixabin, wê hikûmetê tiştek nekiriye û destê xwe xistiye qirika gel de û dixwaze bixniqîne. Li Başûrê Kurdistanê hikûmet hewil dide gel bifetisîne.”

 

‘Welatî ji çavkaniyan sûd wernagrin’

Aram Kerkûkî di berdewama axaftina xwe de wiha anî ziman; “Piştî ku di sala 2003’an de Amerîka Iraq dagir kir, Iraq û Herêma Kurdistanê ne aram bû. Ji wê salê û pêde qet pirsek û dîtinek ya gel nehatiye girtin. Gel di warê çareserkirina pirsgirêkan de ne xwedî biryare. Vê yekê wisan kiriye ewqas krîz çêbibin. Hikûmet roj bi roj çavkaniyên vî welatî difiroşe. Bê ku welatî ji çavkaniyên dahata Iraqê û Herêma Kurdistanê sûd bigrin. Her çend ku ne tenê jê sûd wernegirtine, çawa ku rejîma Baas gelê me Enfal dikir, hikûmeta Herêma Kurdistanê bi rengekî ne rasterast gelê me Enfal dike. Ev siyaset li ser gelê me de hatiye ferzkirin. Yên ku vê siyasetê pêk tînin malbata Barzanî û partiyên berjewendiyan dixwazin in.”

 

‘Divê gel bibe navenda biryardayînê’

Di ber dewama axaftina xwe de Endamê Desteya Damezrandina Engiya Demokrasiya Gel bal kişand li ser armanca damezrandina Eniya Demokrasiya Gel û wiha domand; “Armanca me ewe ku gel bibe navenda biryardayînê. Em dixwazin gel bi xwe biryara xwe bide û fikrên xwe bîne ziman. Em naxwazin bê gel biryaran bidin. Ji ber ku niha em dibînin di odeyên tarî û dûr ji çavê raya giştî biryar tên dayîn û lihevkirinên li ser petrolê pêk tînin. Lê mafê desthilatdarê nîne çarenûsa gel diyar bike. Mafê wan nîne, biryarê li ser vî gelî bidin. Hem hikûmeta Iraqê û hem jî ya Herêma Kurdistanê ji vê rewşa çêkirine berpirsyar in. Tenê çend kes ji vê rewşa heyî sûdê werdigrin. Desthilatdariyê nekariye daxwazên gel bi cih bîne.

 

‘Em alîgirên gel in’

Di dawiya axaftina xwe de Aram Kerkûkî got; “Eniya Demokrasiya Gel tenê di çarçoveya Herêma Kurdistanê de kar û xebatê nade meşandin, wê li seranserî Kurdistan û Iraqê kar û xebatên xwe bike. Baweriya me bi jiyana azad a gelan heye. Ji ber vê yekê mafê hemû mezheb û netewe û baweriyan heye ku bi demokrasî bijîn. Ji ber vê yekê navê eniya me, Eniya Demokrasiya Gel e. Em eniya hemû gelan in. Peyama me jiyana bi hevre, ji bo hemû netew û pêkhateyan e. Beşek ji çavkaniyên pirsgirêkan li Iraqê ye, ji bo vê yekê jî em dixwazin ji bo çareserkirinê rol bilîzin. Em dixwazin bibin beşek ji çareseriya pirsgirêkên li Kurdistan û Iraqê. Em alîgirên gel in û di ti deman de piştgiriya desthilatdariyê nakin.”


SORAN MIHEMED / ROJNEWS / KERKÛK