
Di demeke ku li gel Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêvajoya diyalogê tê meşandin de êrîşên li ser gelê Kurd ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê û dewleta Tirk zêde bûne. Sekreterê Hereketa Azadî Adem Ozcaner der barê geşedanên dawî, êrîşên DAIŞ’ê, piştgiriya dewletê bi çeteyan re, serhildana 6-8’ê Cotmehê û Kongreya Neteweyî de ji rojnemeya me re axivî.
Li gorî we muzakereyên bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re tê kirin di çi astê de ye?
Wekî hûn jî di zanin ev pêvajo li hemberî hemû astengiya di meşe. Carna lez û bez carna jî pir hêdî di meşe heta carna di sekine. Lewre dewleta Tirk amede nîne ku em bibêjin vê pêvajoyê li ser bingeheke demokratîk û nîyetek paqij bi meşîne. Birêz Ocalan û tevgera PKK’ê xwestin ku vê pirsgirêkê bi rêya aşîtiyane çareser bikin lê bi şert. Ew şert çibûn? Divê ku gelê Kurdistanê azadiya xwe bi dest bixe. Ji be wê çendê jî her sala derbasbûyî ji Kurdan re konjektûrek nû çêkir û gelê Kurd diviyabû ku li gorî vê pêvajoyê xwe biguherînîn.
Çim hikûmeta AKP’ê gavên çereserî û demokratîk neavêje û dê çewa dimeşe?
Heta îro pêvajo çiqas hatibe meşadin jî encamek me bi dest ne xistiye. Birêz Ocalan jî di hevdîtina xwe ya dawî de hem rexnedayîna xwe da hem jî şaştiyên hikûmeta AKP’ê destnîşan dike û dibêje; ‘Di serî de me nikarî ku pêvajoyê li ser bingehek bi ewleh bi meşînîn, min niyetekê baş lê mêze dikir lê hikûmeta AKP’ê bi heman niyetê ve mêze nekir û alîkarî nekir ku em li ser bingeheke ewleh, meşrû û şefaf em bimeşînîn’ ji ber wê çendê jî her tim hat sabote kirin.
Li gorî we hikûmet bi gav avêtinên piratîkî rexnadayîn xwe bide?
Divê ku her siyasetmedarek bikare rexnedayînê bide. Mirovên medenî, mirovên demokratîk û mirovên xwedî wijdan encex dikarin xwe rexne bikin. Ez ne bawerim ku hikûmet di vê çendê de rexnedayîna xwe bide û gavek baş bi avêje. Divê ku xwe rexne bike lê rexnedayîn ji bo dewletekê bi teneya serê xwe ne bese. Divê dewlet di aliyê lêborîn, tazmînkirina madî, qanunî û hiqûqî ve hesab bide. Lê mixabin ew hişmendî ne pêkane ku vê cesareta medenî bide pêş.
Hûn serhildan gelê Kurd ya li hemberî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li ser Kobanê û piştgiriya AKP’ê ya bi çeteyan re çewa dinirxîn in?
Gelek caran derket holê ku di şerê Surîyeyê de dewleta Tirk alîkariyê dide çêteyan. Lê ji me re herî ya girîng piştgiriya zîhnî ango ya bîrdozî bû ew pir xetere bû. Sedema van serhildanên pêşketin jî ji ber xwestekên gelê Kurd cidî negirtin, nirxên gelê Kurd sivik didîtin bû. Ango ew berxwedan li hemberî dewletê bû û sedemê wê jî têkiliyên ligel çeteyên DAIŞ’ê bû. Ez nizanim ka çiqas dewleta Tirk ji vê fêmkir lê divê baş bizanibe ku gelê Kurd êdî ne Kurdê berê ye dikare her tim organîze bibe û li berxwe bide û mafên xwe biparêze.
Ji ber wê çendê jî dewleta Tirk çi kiribe bi zanebûn kiriye divê meseleyê de em şaş nemînin. Ev 40 sale dewleta Tirk ev polîtîkaya qirêj dubare kiriye. Lê di nava me Kurdan fatureyek giran derket holê ku di yek carê de 40 kes hat kuştin. Di tevahiya êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li ser Rojava de di carekê de ewqas mirov nehatine kuştin.
Ji Tevgera Kurd li hemberî girtin û binçavkirina hişyariya bidome ‘em ê jî dest bi girtinan bikin’ hûn vê yekê çewa dinirxîn in?
Dewletê rê û rêbazên şovenîst û faşîst danî pêşiya xwe. Tevgera Kurd li hemberî van polîtîkayan li berxwe dide. Helbet her kes di zane ku ew li hemberî zextên dewletê yên ku antî demokratîk û şovenîst dê Tevgera Kurd tedbîrên xwe bistîne. Divê em neyên lîstikan bi awayekî baldarî hesab û kitaban bikin. Lê herî dawî me mecbûr bikin Tevgera Kurd mecbûre tabî li hemberî zextên wan tedbîrên xwe bigre.
Hêvîdarim ku her çar parçeyên Kurdistanê li ser vê huquqê bê parastin. Lê ger ev pêk neyê em nikarin ku pêşiya van êrîşan bigrin. Li hemberî êrîşan her gelek mecbûre ku gelê xwe axa xwe bi parêze. Refleksên dewleta Tirk bi rastî jî ne li gorî ruhê pêvajoya çareseriye û em vê baş dibînîn. Çiqas kiryarên dewleta Tirk em tespît bikin û em rexne bikin, şermezar bikin jî lê dawiya dawiya heyf û mixabin em nikarin pêşiya girtina gelê Kurd bigrin.
Sedema ev piştgiriya hikûmeta AKP’ê ya ji bo çeteyên DAIŞ’ê ku êrîşî Kobanê dikin çiye? Deriyê Murşîtpinarê kê ji çeteyan re vekir?
Divê ku hêzên Kurd li Rojava parastinek pir baş pêk bîne. Di vê meseleyê de qet divê ku zaafiyet an jî sistiyek çê bibe. Lê dewleta Tirk ne bi tenê aliyê madî û lojîstîk destekê dide vê hêza qirêj. Bi aliyê hişmendî û bîrdozî ve jî xwe nêzî wan dibîne. Ji ber wê zû bi zû nikare ku pêşiya DAIŞ’ê bigire ku çete li ser Pirsûsê êrîşê li ser Rojava nekin. Dewlet heta xwe bi aliyê hişmendiyê ve xwe net neke û navbera xwe û DAIŞ’ê diyarneke û DAIŞ’ê şermezar neke, dewleta Tirk nikare pêşiya wan êrîşan bigre. Di êrîşa Murşîdpinarê de jî dewleta Tirk mesûle û em şermezardikin. Divê ku êdî gorî ruhê pêvajoyê tevbigere.
Dewlet û hikûmet çima li van kiryarên xwe mukur naye?
Di nava dewletê de baskên qirêj pirin. Ez nikarim ew aliyên qirêj hemûyan deşîfre. Muhatap dewlet û hikûmete. Dewlet divê ku di vê pêvajoyê de biryar û denklemên xwe eşkere bike, divê ku li hemberî DAIŞ’ê nêzikatiya xwe aşkera bike. Ger ew êrîş bi aliyê hêzên girêdayî dewletê ve hatibe kirin jî divê dewlet vê aşkera bike ku bibêje ‘ez ji vê qirêjiyê dûrim û şermezar dikim’ ji me re ew bese. Ger dewlet aşkera neke vê bûyerê wê demê dewlet û hikûmeta AKP’ê dê bikeve bin gumanan. Heta niha tu daxuyanî nehatiye dayîn.
Hikûmeta di aliyêkî piştgiriyê dide çeteyan li aliyê din dibêje ‘me hembêza xwe li koçberan vekiriye û em li wan xwedî derdikevin’ hûn vê yekê çewa dinirxinin?
Ew durûtiya li Kobanê pêk tê di şexsê dewleta Tirk de ne pêdive ku mirov şîrove bike ne jî mirov li ser îspatan derbixe. Dinya alem hemû dizane ku ew sedhezaran kesên ji Kobanê hatine hemû niha di kolanan de ne. Hinek ji wan ji Amedê û gelek bajarên din dikarin yek bi yek tespît bikin ka şert û mercên wan çine.
Em wek tevgerek siyasî ne tevî wê jî me çend mehin xebatên xwe yên siyasî paşve hiştiye ku em alikariya însanî bidin kesên ji Kobanê hatine. Ji bo ev kesên hatin ji ber ku hejmara wan pire divê ku alîkariyek pir mezin bê dayîn. Bi tevahî şaredarî û saziyên Kurdan derfetên xwe seferber kirine lê dîsa jî têrê nake lewre trajediyek pir mezin hatiye li serê gelê me. Ger dewletên navnetewî hez bikin bila ew alîkariya dewleta Tirk daye Kurdan eşkere bikin em destê xwe nêzî nakin ew qas hêsane. Aşkera ye ku dewleta Tirk û hikûmeta AKP’ê cudahiyê dixe di navbera koçberên Kurd û Surîyeyê. Ew jî ji ber ku Kurdin û parastina gelê xwe û welatê xwe dikin e. Ewqas bi dijminahî nêzî dibin ku êdî spekulasyonê li ser navê Kobanê dikin.
Hûn Endamê Komîteya Amadekar a Kongreya Neteweyî ya Kurdin niha xebatê li darxistina kongreyê di çi astê de ye?
Îro li sê parçeyên Kurdistanê sê hêzên sereke hene. Li Bakur PKK aliyê Başûr jî PDK û YNK. Ger her sê hêz li xwe hev bibin ev kongreye dê çêbibe. Siyaset bi hêzê diçêbe hêz jî di destê wan her sê hêzan deye. Divê ku her sê partî jî di vê meseleyê de li hev bikin. Lê aliyê xebatê ger em lê binêrin bi rastî jî li ser 8 komîsyona me xebatek baş kir. Niyet ew e ku di nava mehekê de kongre bê amadekirin. 3 mehan me amadekariyên wê dikirin. Hem bi aliyê siyasî, teknîkî û hwd. Bi rastî jî xebat ji sedî 85 qediyan. Ji ber wê jî kongre mimkûne ku çêbibe û pêdivî jî heye. Bi taybetî jî PKK di wê meselê de pir dixwaze. Her tim jî di rojeva xwe de digirin. Birêz Barzanî jî di wê hesasiyetê de tevdigere lê mixabin bi giştî ew hewldan nehate wê merheleyê ku hemû nûnerên wan her sê hêzan bi hevbibin û bi dengekî qebûl bikin.
Lê di heman demê de li ser her çar parçeyên Kurdistanê jî rîskek heye. Ew jî gefa DAIŞ’ê ye. DAIŞ ne bi tena serê xwe ye. Pir hesabên qirêj, têkiliyên qirêj û piştgiriya hin dewletan heye. Ji ber wê jî Kurdistan îro berxwedana man û nemanê dike. Divê hêzekê hevpar, huquqek hevpar, parastina rewa bê amadekirin.
Hûn dikarin dîrokekê bidin me?
Em nikarin dîrokê bidin divê ku hêzên me piştgiriyê bidin û kongreyê pêk bînîn.
Kesên ji derve temaşe dikin ji wan wekî sosrete lê siyaset di nava xwe de ew nakokî derdixe pêşberî me. Hemû partî hez dikin ku ev kongreye pêk bê.
Ger hemû alî dixwe, sedem çiye ku pêk naye?
Têkiliyên li gel dewletên din mixabin dibe sedem ku nikarin sedî sed rola xwe pêk bînîn. Her çiqas hêzên sereke ew jî bin lê di nava wan de partiyên biçûk jî zextê li ser wan dikin ku nikarin rola xwe bilîzîn. Ji ber ku heta îro li Kurdistanê li ser bîrdoziya Kurdistanê siyaset hatiye kirin ji bo wê jî enî, denklem çêbûne.
Gelo bingehek çê nebûye?
Mînak di êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li ser Şengal, Mexmûr, Kerkûk û Kobanê de ev aşkera bû ger bi ewayekî hevbeş pêşiya wan nehata giritin dê heta Hewler û Amedê jî belkî DAIŞ bihata. Di vê rewşê de baş bû ku ji derveyî siyaseta sîvîl çekdar di karin ku refleksek baş bidin pêş û mûdaxele kirin ku pêşiya DAIŞ’ê hat girtin. Vê helwest divê ku siyaseta sîvîl êdî bikare û bi cesaret bide pêşiya xwe.
Çi lazime ku bê kirin...
Cesareta medenî û hesasiyetek demokrasî pêdive. Partiyên me bi giş divê meseleyên de ma ne sinifê de. Her wiha dibe ku her gelek dibin ala xwe de tevbigere lê mixabin niha her tiştek dibe sedemê qirkirina gelê Kurd. Ango mirov nikare li ser sembole kê siyasetê avabike. Meseleya sînor jî wiha ye ango li Bakur, Başûr, Rojhilat, Rojava an jî bajar kîjan jê Kurdistane an jî jê nîne li gor me Kurdistan yeke, sînorên wê jî diyarin lê dawiya dawî di nava reel siyasetê de mirov nizane ku hetanî kuderê em ê bikarin bi destê xwe de bigirin. Ji ber wê jî tu nikarî li ser vî şeklî siyasetê avabikî. Siyaset li ser nirxan tê avakirin. Lê partiyên me li ser şablonan, li ser sembolan siyasetê didin meşandin.
We qala pirsgirêkên li ser al û sembolan kir ev di nikaşên we yê amadekariya kongreyê de derbas dibû?
Belê derbas dibûn hem jî di got îradeya kongrê divê ku vê biryarê bide. Tiştên ku li ser navê gel divê ku gel bi xwe biryarê bide ku nûnerên gel em bixwe komîteya amadekar em bingeha wê çêbikin. Tu mesûliyeta me jî tuneye, îradeya me jî tuneye. Hin partiyan li me zorî dikir. Lê gorî me rêyekê ne demokratîke. Her çiqas sembolên me kifş bibin. Lê xwestek cudaye realiteyên dinê jî cuda ne. Ji ber wê jî li gor min meşruyet esase. Ala Kurdistanê bi tenê Kurdan nayê kifşkirin. Nirxên dînî û neteweyî jî bi teneya serê xwe bi musilmanan nayên kifşkirin. Divê ku hemû gel û baweriyên cuda yên ku li Kurdistanê dijin divê ku gotinên wan hebin. Di wê meseleyên de li gorî min ala Kurdistanê û sînorên Kurdistanê jî diyarin. Hinek pirsgirêk çêbûn lê ew nebû pirsgirêk ku kongreya netewî çênebe.
Divê hêzê parastinê hebe
Avakirina hêzekî parastina neteweyî hûn çewa dibînin?
Partiyên me jî çiqas tiştên baş bike dê li leha wan de netîceyên baş derbikevin holê. Ger ev bê guhertin gelê Kurd ez bawerim ku hêzekê hevbeş avabike. Di serî de hetanî îro em dibêjin ku divê hêzekî hevbeş dêçêvbibe, hêzên çekdar divê ku bibin hêzên neteweyî û li ser hemû hesasiyetên siyasetê divê ku xwe jê dûr bixin. Ew hêz bikare ku bi tenê parastina gelê Kurd di qada şer de biparêzin. Ger ev pêk bê bawer dikim ku pirsgirêkên di navxweyîde belkî nîvî jê biqedin.
ZEYNEL A. BULUT/BIŞAR DURGUT