
Endama koordînasyona PAJK´ê (Partîya Azadiya Jinên Kürdistan) Zilar Stêrk derbarê êrîşên çeteyên DAÎŞ´ê li dijî welatiyên Kobanê axivî.Stêrk bûyer şermezar kir, sersaxî ji gelê Kurd re xwest û şifa ji birîndaran re xwest.
Stêrk destnîşan kir ku gelê Kurd di riya azadiya xwe de gelek berdêlên giranbuha û binirx dane û wiha pê de çû:” Bi van berdêldayînan jî şopa wan herdem berdewam dike. Lê mirov nikare bibêje ku wan ev berdêl di şerekî yan jî di pêvçûnekê de dan, ji ber ku ew êrîşên hovane komkujiyeke mezin li dijî nirxên mirovahiyê ne. Ji ber wê sedemê êdî peyv ji bo şermezarkirina wê têrê nakin.”
Her wiha Zilar Stêrk bi bîr xist ku divê ew hem weke gelê Kurd hem jî weke Tevgera Azadiya Kurdistanê li hemberî vê rewşa heyî ji nû ve şîrove bikin û di ber çavan re derbas bikin. Endama koordinasyona PAJK´ê Stêrk wiha pê de çû: “Weke em dibînin jî hejmara şehîdan her ku diçe zêdetir dibe, herî dawî jî hate ragihandin ku 231 welatî şehîd bûne, ji xwe hejmara birîndaran jî ne diyar e. Divê hemû gelê Kurd ji bo dermankirina birîndaran seferber bibe û alîkariya mirovahî bike.’’
Dewleta Tirk hevkara wê komkujiyê ye
Stêrk bal kişand ser destketiyên gelê Kurd û diyar kir ku ti hêz nikare li hemberî wan destketiyan bisekine û wiha axivî: “Pir li ber çavan e ku destê dewleta Tirkiyê jî di nav van êrîşan de heye. Ev ne gotineke pûç e, lê ev tiştek e ku berê jî bi dîmen û belgeyan hatiye îsbat kirine. Bêguman eger lêkolîneke berfireh were kirin wê derkeve holê ku planên vê êrîşê misoger bi destê Desteya Ewlekariya Tirkiyê ve hatiye amedekirin. Yek ji wan delîlan jî ew e ku dema şervanên YPG û YPJ´ê ala xwe ya ku weke rojê germahî da Girê Spî hildan, Tirkiyeyê di heman rojê de civîna xwe ya ewlekariyê li dar xist. Heta encamên civînê jî bi gel re nehatin parvekirin. Tirsa wan hemû ji wan sînoran e ku berê jê re digotin ‘‘sînorên Tirkî û Sûrî’’ îro bû sînorên di navbera Bakûr û Rojavayê Kurdistanê de. Hem serketina ku li Rojavayê Kurdistanê çêbû hem jî bibinketina AKP´ê di hilbijartinên li Kurdistanê de, bûn sedema tengaviya hukûmeta AKP´ê ku hişt amadekariyê ji bo planeke weha bike. Bi vî awayî jî xwestin derbekê li destketiyên gelê Kurd bidin û mafê wan yê kêfxweşiyê ji wan bistînin.’’
Divê parastina cewherî hê xurttir be
Zilar Stêrk got, li hemberî van êrîşan divê gelê Kurd ê Kobanê, Cizîr û Efrînê parastina sînorên xwe bike û pêşiyê li van bûyeran bigre û wiha dawî li axaftina xwe anî: ‘‘Divê ew parastina xwe ya cewherî hîn bêhtir bi pêş bixin. Pêwîst nake ku leşkeriya zorê hebe, divê her kes xwe ji bona parastina xwe û nirxên xwe, bide pêş. Divê gelê me îro çeperên ku şervanên YPG-YPJ li wan şehîd dibin, vala nehêle, seferber bibe û her dem hişyar tevbigere. Pêwîst e Bakûr jî Başûr jî Rojhilat jî heta Kurdên derveyî welat hemû rabin ser piyan, êrîşên li ser îradeya gelê Kurd pêk tên, bêne şikandin. Bêguman gelê me nerazîbûna xwe nîşan da, lê ew kêm bû pêwîstî bi nerazîbûneke radîkaltir heye û pêwîst e bi taybetî gelê me yê Bakûrê Kurdistanê hesabê van bûyeran ji hukûmeta AKP’ê bipirse. Bê guman dê roja tolhildanê jî were. DAİŞ jî hêzek e ku navnetewî hatiye xuluqandin.
Lê, weke tevger, tişta dikeve ser milê me, misoger em ê pêk bînin. Di dawiyê de ez dûbare sersaxiyê ji bo malbatên şehîdan û hemû gelê Kurd dixwazim, şifaya lezgîn jî ji bo birîndaran dixwazim.’’
ARJİN GARZAN/ANF/BEHDİNAN