Endama Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê Foza Yûsif ji JIN TV re peyivî. Yûsif bang li gelê Kurd kir ku hê zêdetir xwedî li berxwedanê derkevin.
Yûsif, piştgiriya raya giştî ya navneteweyî, serdana heyeta Emerîkayê ya Enqerê û dîsa di heman wextê de hevdîtinên li Rûsyayê bi bîr xist û got: “Beriya van hevdîtinan dewleta tirk wê bixwaze bi hêza xwe hemûyî êriş bike. Ji ber vê, çekên kîmyewî jî di navê de her cure sîlehên qedexe bi kar tîne. Ji ber vê jî divê gelê me li her derê dakeve qadan û li ser piyan be. Divê gelê me li pêşiya sefaretxaneyên Ewrûpa, Emerîka, dîsa li pêşiya sefaretxaneyên li Rojhilata Navîn û pêşiya avahiya NY’yê xwepêşandanên protestoyî bikin. Pêwîstiya şervanên me bi desteka gel heye, divê em wan tenê nehêlin.”
Yusif bang li jinan jî kir û got: “ Yên Hevrîn qetilkirin, dixwazin azadiya jinê û sîstama avakirî tine bikin. Ji bo vê divê gelê me êrişan cidî bibînin, saziyên mîna Xaca Sor û bijîşkên sînor nenas bikevin tevgerê.”
QAMIŞLO