Şewba koronayê li cîhanê bi lez belav dibe û li hin deveran gelekî bi tesîr dibe. Ji bo girtiyên di zindanan de jî rewş xeter e. Ji ber ku parastina wan tineye. Ji ber vê yekê jî 20 saziyên civakî yên demokratîk ên li Ewrûpayê daxuyaniyek dan û xwestin girtî tavilê bên berdan.

Daxuyaniya saziyan wiha ye: “Girtîgeh ji ber şewba vîrûsa korona (Covîd-19) yek ji deverên sereke ye ku rîsk li ser heye. Girtiyên ku di demên asayî de jî ji derfetên paqijiyê bêpar dihatin hiştin, ji ber şewba Covîd-19 di nava metirsiyeke mezin de ne.

Li Tirkiye, Kurdistan û gelek welatên dinyayê rewş ji bo girtiyan metirsîdar in. Girtîgeh bi têra xwe dagirtî ne. Kapasîteya girtîgehên li Tirkiyeyê 300 hezar e û hejmara girtiyan a li girtîgehan ji kapasîteyê gelekî zêdetir e. Girtî bi dorvegerî radizên yan jî li erdê radizên. Ji ber ku cihên lê razanê û bikaranîn kêm e, rewşeke hîjyenîk jî nîne.

Ji bo nexweşên girtî rîsk mezintir e

Li girtîgehên Tirkiyeyê 1343 girtiyên nexweş hene. Rewşa 344 ji wan giran e û tedawiya wan li girtîgehan nabe. Rîska li ser girtiyên nexweş li gorî ya li ser mirovên normal bi dehan qatî zêdetir e. Girtiyên ku pirsgirêkên wan ên tenduristiyê nehatine çareserkirin, derfetên xwe yên tenduristiyê nînin û li hucreyan tên hiştin, rîska koronayê ji bo wan gelekî zêdetir e.”

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku girtîgeh ji ber vîrûsa koronayê devera herî bi rîsk e û hate gotin, “Di demekê de ku dibistan ketine betlaneyê, meş, xwepêşandan, civîn, panel, konser, sînema û şano hatine qedexekirin, sûk hatine girtin eger li girtîgehan rewşeke neyînî bi serê girtiyan ve bê wê hikumet berpirsyar be.

Divê mirov metirsiya şewba vîrûsa koronayê ya li dijî mirovan bibînin û ji bo nebe sedema mirina girtiyan, divê di serî de girtiyên siyasî girtî hemû li her welatan tavilê bên berdan.

TSP (Platforma Dengê Girtiyan / Ewrûpa) AvEG-Kon (Konfederasyona Koçberên Bindest li Ewrûpayê) SKB (Yekîtiya Jinên Sosyalîst) YS (Young Struggle) ATİK (Konfederasyona Karkerên Tirkiyeyî li Ewrûpayê) UPOTUDAK (Komîteya Piştgiriya bi Girtiyên Siyasî ya Navneteweyî) ADHK (Konfederasyona Mafên Demokratîk li Ewrûpayê) ADKH (Tevgera Jinan a Demokratîk li Ewrûpayê) SYM (Socialist Youth Movement) ADEF (Federaysona Yekîtiyên Dersimê ya Demokratîk li Ewrûpayê) Cîhaneke jiyan lê pêkane Alinterî-Ewropa AGEB (Yekîtiya Kedkarên Koçber li Ewrûpayê) Kolektîfa Mor-Kizil PGİ-MLM (Însiyatîfa Ciwanên Partîzan - Marksîst-Lenînîst-Maoîst) KCDK-E (Kongreya Civaka Kurd a Demokratîk li Ewrûpayê) TJK-E (Tevgera Jinên Kurd li Ewrûpayê) Partiya Şoreşger - Ewrûpa ÎnsiyatÎfa Komunên Demokrat ên Şoreşger li Ewrûpayê Meclîsa Sirgûnên li Ewrûpayê (ASM)”

 

NAVENDA NÛÇEYAN